Gotûbêj:hîn bûn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

silav, @Balyozxane: 'hîn bûn' ne gerguhez e?--Rewiye tine (gotûbêj) 20:56, 2 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine "bûn" hertim negerguhêz e. Loma hîn bûn jî negerguhêz e. Wek mînak tu dibêjî "ez hîn bûm", nabêjî "min hîn bû" ne wisa? Balyozxane (gotûbêj) 20:58, 2 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: 'min matematîk hîn bû' kî hîn bû? min, çi hîn bû 'matematîk'. Bireser standiye.--Rewiye tine (gotûbêj) 21:04, 2 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine Bi min dema bireser hebe, wisa tê gotin "ez hînî matematîkê bûm". Heta niha min qet nebihîstiye "mîn matematîk hîn bû". Tu wisa dibêjî? Balyozxane (gotûbêj) 01:21, 3 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]
Herwiha di kurdî de ew rewşa bireser û negerguhêzbûnê zêde ne standard e. Mînak: Divê "nîvîsandin" jî gerguhêz be, lê gelek kes nivîsandin bêyî bireser dinivîsin lê wek gerguhêz ditewînin. Ecêb e. Balyozxane (gotûbêj) 01:23, 3 gulan 2021 (UTC)[bersiv bide]