Gotûbêj:gemî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Ji wêjeyê[biguhêre]

Pêlîstank

Hoy dayê dayê, hoy dayê

Şev û rojan min xew nayê

Hîvî û xema, sal û dema

Kirim rêvîng li dunyayê

Rojgar û sal û dewrana

Kerrov û befr û barana

Rêl û rewal, dol û nihal

Dipîvim ez biyabana

Bêkes û bêwar û yar bûm

Hêşta zarok ez huşyarbûm

Ji bona jîneka azad

Li gemiya xewna siyarbûm

perravê û wî benderî

Gerryam cîhan seranserî

Hîvî û daxwaz her man û xewn

Keftim jîna derbederî

Temen bûrî, roj bi lez in

Sal û dewran zû dibezin

Nizanim ez çima dayê

Negehiştim xewna mezin?

Negehiştim viyana xo

Tinê ez mam semyana xo

Qeder hat û ez dûr kirim

Ji hêlîna jiyana xo

_____________

Tekst: Edîb ÇELÎK