Gotûbêj:gefianĉoj

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin[biguhêre]

@Ghybu: ev binbeşa bilêvkirinê divê were ku derê û divê çawa bê rêdan? Gelo standarda wê çawa ye, dikarî rûpeleke rê min bide? an jî ya min di vê rûpelê de kir, rast e? --Jiju (gotûbêj) 16:23, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]

Silav Jiju! Beşa "Bilêvkirinê" ser rûpelê tê nivîsandin: te rast çêkiriyê. Li bin kategoriya rêzimanê nîne ji ber ku bo hemû "kategoriyên rêzimanê" bilêvkirin yek e. Bo mînakê binêre peyvên gotin û kirin: bilêvkirina Lêker û Navdêr yek e ji ber vê yekê li ser rupêlê tê nivîsandin.--Ghybu (gotûbêj) 16:30, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
An jî "Bilêvkirina texmînî bi tîpên kurdî" ji ber ku tenê IPA belêvkirina rast dide: hemû dengên zimanên din di nav kurdî de tune ye (bi tîpên kurdî rast nayên nivîsandin) Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 17:15, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Feqet pirr dirêj e...--Ghybu (gotûbêj) 17:20, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Spas dikim ji bo bersiva te. Min jî dixwest li ser vê IPAyê pirsek li te bikim. Dixwazim ji bo esperantoyê jî beşên bilêvkirinê bi pergala IPAyê vekim lê nizanim çawa tê kirin. min him li wîkiya esperantoyê û him jî ya ingilîzî neriya lê tiştek fêm nekir. pêdiviya min şabloneke heye. Lê gelo ji bo her peyvê divê her tim ez wan tîpan serrast bikim an botek heye ku nivîsandina min a peyvê re wê peyvê bi ya IPAyê dirist dike? --Jiju (gotûbêj) 17:27, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: bi modulê hatiye çêkirin wekî Modul:ku-bilêvkirin û {{ku-IPA}}. Bo mînak {{ku-IPA|rûbar}}IPA(kilîd): /ruːˈbɑːɾ/ IPA bi awayekî otomatîk derdikeve.
Modula esperantoyî jî li vira ye: en:Module:eo-pron. Em jî çêkinê?--Ghybu (gotûbêj) 17:36, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Ji bo îsal min ji xwe re wekî peywireke lêzêdekirina peyvên esperantoyî hilbijart xêynî mînakdayînan. Heke pêkan be û zehmetiyeke ne mezin be, em jî çêkin dê gelek kêfxweş bim birayê delal. --Jiju (gotûbêj) 18:12, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Çêbû. Bo mînak: [2], [3]. IPA li gorî vê modul û şablonê tê çêkirin: Modul:eo-bilêvkirin / {{eo-IPA}}--Ghybu (gotûbêj) 21:39, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
Dîsa jî kontrolkirina IPAyê pêwîst e, dema ku ne rast e şablonên {{IPA}} û {{deng}} tên bikaranîn...--Ghybu (gotûbêj) 21:44, 26 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: spas dikim, tu bi rastî jêhatî ye. Ez ê niha biceribînim bikaranîna vê şablonê.Jiju (gotûbêj) 10:43, 28 tebax 2019 (UTC)[bersiv bide]