Gotûbêj:dreamlike

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

silav kekê Bibliophille,gelo ma mirov nikare pêveka -nak ji bo çêkirina rengdêran bikarbîne.mînak; xeter-nak, tirs-nak...ji bo peyva te jî nivîsî em dikarin bibêjin xewn-nak bi kurtî xewnak..slav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 18:51, 29 kewçêr 2013 (UTC)Mohajeer

Silavên te li ser çavan kekê Mohajeer, helbet paşbendika "-nak" peyvine nû çêdike. Lê xeter û xeternak zêdetir dişibin peyvên danger û dangerous ango-nak a kurdî -ousa îngilîzî ye. Lê dreamlike peyveke hevdudanî ye ku ji dream û like ê pêk tê. Xeternak (ya ku bi xeter), lê dreamlike (wek xewna, mînanê xeyalan, xeyalî) loma bi min -nak ji bo vê peyvê nabe ku bê xebitandin. Min peyva xewnavî ji teksteke kurmancî de dît, min hez kir ku li dreamlikeê de binivîsim. Silav û hez ji cenabê te re.--Bibliophile (gotûbêj) 22:30, 29 kewçêr 2013 (UTC)
durist e kek Bibliophile Mohajeer (gotûbêj) 15:42, 30 kewçêr 2013 (UTC)Mohajeer