Gotûbêj:destek

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Derbarey Nivîsên dî beşa "Etîmolojî" ya peyvên Wîkîferheng'ê de.[biguhêre]

Hevalên min ên Hêja, Di nivîsandina beşa "Etîmolojiya Peyvan" de ez dixwazim ku hûn bala xwe bidin xalekê. Her weha divê mirov ji bîr neke ko koka hemî zimanên îranî yek e. Dîroknasê Yewnanî Strabo di berhema xwe ya "Geographica, 15.8" dibêje ku "Med, Faris, Baktrî û Sogdî bi guhertoyên cuda yên heman yek-zimanî dipeyivîn. Her wiha dîroknasê Yewnanî yê din Herodot di berhema xwe ya bi nav "The Histories = Dîrokan" de dibêje "Berê ji Medan re Arî dihate gotin. Lê gava jina Kolkî Medea ji Atînayê hat, wan (Medan) navên xwe guhertin” Em Kurd jî, Medan wek bav û kalên xwe dizanin.

Mebesta min ew e ku li gor zîmanzanên tirk û farisan hemû "Peyvên Îranî" dikarin bi bingehên xwe ve farisî(ya kevn) bibin, lê qet nabe bi Kurdî bibe. Li gor hinek rojhilatnasên siyasî jî, ev rewş wiha ye. Bi taybetî lî gor rojhilatnasên Îngilîz.

Çawa ku di lînka vir de ( https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AAn_%C3%AEran%C3%AE ) bi zelalî tê gotin, gelek "Zimanên Îranî" hene. Îro, di destê me de tu dane û çavkanîyê dîrokî/zanistî nîne ku hemû "Zimanên Îranî" ji farisî derketine. Û kêmbûna belgeyên/çavkaniyên dîrokî yên bi kurdî hatine nivîsandin nayê wê wateyê ku peyvên "îranî" bi eslê xwe ve "kurdî" nînin an jî bi hemwate nînin. Ji ber vê sedemê ez ji we hemûyan daxwaz dikim ku bala xwe bidin daneyên ku hûn ê di beşa "Etîmolojiya Peyvê" de binivîsin. Ji kerema xwe ve "Farisî" ya şaş ne-nivîsînin. Û gava ku hûn rastê nivîsên "Farisî" hatin, jê bibin û şûnê de yan "Pehlewî" yan jî "Îraniya Kevn" binivîsin. Spas dikim. Silavên germ. Key Mîrza (gotûbêj) 09:53, 27 çiriya paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]