Gotûbêj:binêre

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Awayê standard[biguhêre]

@Ghybu, Serhishk, û Eyyubfirat: Ma peyva "binêre" devokî ye? Peyva binere dibêjê nerîn û ew dibêjê bnr. nêrîn û ew jî dibêjê ya rast binêre ye... Ez bixwe va peyva bi kar na ênim û ji bonî wê nizanim. -- Guherto (gotûbêj) 19:34, 3 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto, Ghybu, Bibliophile, û Balyozxane: @Pispor: Di kitêba Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî ya M. Malmîsanij û yên din de awayê standard ê vê peyvê wek "nêrîn" hatiye diyarkirin (Ji Bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Weşanên Rûpel, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 196). Awayên din ên nestandard wisa hatine diyarkirin: "nerîn", "nêrtin", "nihartin", "niherîn", "nihêrandin", "nihêrîn", "nihêrîyan", "nihêrtin", "nihirîn", "rênîn", "rêntin", "rêrîn".
Bi dîtina min, awayê wek "nêrîn" di nava xelkê de tê bikaranîn. Lê belkî carina jî wek "nerîn". Gava telafûzkirina peyvê "e/ê"ya li wir ji "e"ya normal hinekî dirêjtir û hinekî wek "î"yê tê gotin ku ew jî dibe "ê"ya kurdî. Lewma bi min awayê standard wek "nêrîn" be çêtir e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:27, 19 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav madem "nêrîn" forma standart e divê em wê hilbijêrin.--Bibliophile (gotûbêj) 11:23, 20 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
Merheba, min awayê standard guherand, û peyvê kir "binêre". -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:35, 22 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]