Gotûbêj:belingazî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Mirov di ferhengên çapkirî de peyva belengaz dibîne. Belingaz li kû tê bikar anîn?? --Şêr (gotûbêj) 19:16, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]

@Şêr û Bikarhêner: Şablona {{bnr}} ne rinde e! Vitira çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 19:22, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
Spas cano :) --Şêr (gotûbêj) 19:23, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr: Peyvên ku natên bikaranîn û bêçavkanî tên jêbirin... Pirsa min: forma "belingaz" heye an na?--Ghybu (gotûbêj) 20:00, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Li vira tê bikaranîn (Dihok): [1]--Ghybu (gotûbêj) 20:05, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
Ez li tu derê rastî vê bikaranînê nehatime. Ferhengên nivîskî û pirtûk û roman hemû, forma belengaz bi kar tînin. Wek mînak [2] + Ferhenga Zana Farqînî, Ferhenga Kemal Burkay hwd. ---Şêr (gotûbêj) 20:06, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
Mirov nikare her forma ku mirov li ser înternetê dibîne wek xwedîçavkanî bibîne. Ku mirov her formê binivîse, dê her peyvek bibe xwediyê 20 peyvên varyant. --Şêr (gotûbêj)
Lê ev ramana min a kesane ye. Silav --Şêr (gotûbêj) 20:11, 21 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr, Ghybu, Jiju, û Pispor: Mijara varyantên peyvan em hêj tam hel nekirine. Lê ez wisa difikirim: Helbet zimanê me ji ber nebûna saziyên fermî ji zimanên din hinek cudatir e û ev yek tesîrê li meseleya standardbûnê jî kiriye. Lewma zêdetir varyantên peyvan hene û têne bikaranîn jî li hin çavkaniyan. Ji xeynî vê esaseke Wîkîferhengê jî em gotibûn ku ev e: Divê peyva ku li Wîkîferhengê tê zêdekirin bi kêmanî di sê çavkaniyên cuda ên pêbawer de derbas bibe. Li vir divê em ji bo çavkaniyan rêzika pêbawerbûnê jî bi prensîbeke diyar bikin û vê yekê di Destpêka Wîkîferhengê de li cihekî berçav bi cîh bikin. Lê em dibînin ku sepandina vê qaîdeyê ji bo zimanê me gelek zehmettir e. Û ev yek ji bo peyvên nû û peyvên kêmpeyda / kêmlikar (yên ku kêm têne bikaranîn) zêtir jî zehmet e. Netîceten ger zimanê me wek zimanên din piçekî din standardtir bûya me yê kariba bigota ku divê tenê formên / varyantên esasî yên peyvan li Wîkîferhengê werin zêdekirin, lê ji ber ku zimanê me ne bi qasî wan standard e, hebûna varyantan jî wê li gor zimanên din zêdetir be helbet. Ango hebûna zêdetir varyantan ne pirsgirêkeke mezin e, li gor nêrîna min. Lêbelê helbet li vir jî divê sînorek hebe. Ew sînor jî rastiya peyvan e, divê mirov peyvan ji ber xwe li hev neyîne.

Herwiha divê tişteke din jî diyar bikim: Ji bo ku varyantên peyvan bi peyvên din re neyên tevlîhevkirin divê ji bo varyantên peyvan jî mane were îlawekirin. Ji ber ku ez di çend peyvan de dîtim, eynî peyv xwediyê maneyeke cuda ye û di heman wextî de jî varyanteke peyveke ye, lê maneya din nehatiye îlawekirin û tenê ber bi varyantê rast ve beralî kirine. Bo peyvên wisa divê mane jî werin diyarkirin. Çend nimûne: dêrin, pirrvaryant, kurdîxwen, gulam. -- Bikarhêner (gotûbêj) 03:04, 22 tîrmeh 2019 (UTC)[bersiv bide]