Gotûbêj:bagerkî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Cureyê peyvê[biguhêre]

@Bikarhêner: Zana farqînî dibêje ev peyv rengdêr e. Bi ya min jî hoker e lê li vir wek navdêr hatiye nivîsîn. Tu çi dibêjî?--Balyozxane (gotûbêj) 18:25, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane, Guherto, û Ghybu: Merheba hevalino. Bi dîtina min, peyva "bagerkî" rengdêr û hoker e. Ji ser nimûneyan îzah bikim wê çêtir were famkirin.
  • Nimûne 1: "Hewayekî bagerkî lê hebû. Em çûn beravê. Bi qasî saeteke me bêhna xwe veda. Dû re baraneke boş bariya..." Di vê de wek rengdêr hatiye bikaranîn. Lewra gotina Farqînî rast e.
  • Nimûne 2: "Bi bagerkî weşand." "Yê nêzî xêzika sor, gogê avêt. Gog ber bi lîzerê 5em ve çû. Yê pêncem li gogê xist. Gog bagerkî firiya." Di vê de jî ji ber ku awayê lêkerê nîşan dide, lêkerê diwesifîne dibe hoker. (Wekî notekî biçûk: Ger li vir bi "bi"yê were bikaranîn rasttir dibe bi min. Ev yek ji bo gelek hokerên din jî wisa ye. Mîsalen di praktîkê de mirov seh dike ku dibêjin "Zarok paşpaşkî çû, piyên wî şemitî Û kete erdê." Ev hevok jî bi hebe wekî ku rasttir be.)
Lê ne navdêr e bi min. Navdêr wek peyvên ku beramberê hest, fikrûraman, têgih, rewşên curbicur tên bikaranîn. Û taybetiyên wan ên giştî girtina wan a qertafên îzafeyê û pirjimariyê ye. Nimûne: "sêv". "Sêva rengsor". Wek îzafe dikare were bikaranîn. "Zarok sêvan dixwin." Wekî ku tê xuyan, navdêr qertafên îzafeyê û pirjimariyê werdigirin. Ger em binêrin peyva "bagerkî", mîsalen "bagerkiya hewayê" nabe. Ji ber ku "bagerkî" = "wekî bahozê". Ger em di vê nimûneyê de li şûna "bagerkî" "wekî bahozê" deynin, "wekî bahozê-ya hewayê" dibe û tê xuyan ku ne guncav e. Ger em qertafa pirjimariyê biceribînin, "bagerkiyên hewayê" "wekî bahozê-(yê)n hewayê" ev jî lê nayê. Lewma bi dîtina min nabe navdêr. Lê wek hoker û rengdêr dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:23, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Gelek spas, bira, dikim sererast bikim. --Balyozxane (gotûbêj) 22:43, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]