Gotûbêj:albanî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Standarda navê gotarê[biguhêre]

@Ghybu û Bikarhêner: albanî, elbanî, arnawidî, Arnawidkî, arnawut gelek peyv hene ji bo vê peyve. Gelo li başûr çi bi kar tînin? @Ferhad Kurdî:?--Balyozxane (gotûbêj) 21:50, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu û Balyozxane: Merheba hêjano. 1 - Li ser Wîkîpediyaya soranî gotara zimanê albanî wek "زمانی ئالبانی" (zimanî albanî) hatiye qeydkirin (Bnr: madeya زمانی ئالبانی).
2 - Di Rêbera Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmancî de navê welatê albanan wek "Alanya / Arnawidistan" hatiye diyarkirin (Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmancî, Weşanên Weqfa Mezopotamyayê, Çapa Yekem, Stenbol 2019, r. 30). Li nav beşa "Navên gel/netewe û zimanan" jî çend navên gel & zimanan jimartine, yek jê jî "arnawid: arnawidî" ye (eynî çavkanî, r. 38). Ango li gor vê kitêbê navê zimanê wan an "albanî" ye, an jî "arnawidî". Yekî ji van du heban nebijartine. Herwiha li ser Wîkîpediyaya kurdî jî wek "Zimanê albanî" hatiye qeydkirin.
3 - Di kitêba "Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî" ya M. Malmîsanij û yên din de madeyeke wek "albanî" cih nagire, lê madeyeke wek "arnawudî: arnawidî, arnawûdî, arnewidî" hatiye qeydkirin (Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî, M. Malmîsanij û yên din, Çapa Yekem, Stenbol, 2012, r. 39). Ango li gor vê kitêbê jî awayê rast yê vê peyvê wek "arnawudî" ye.
4 - Di Ferhenga Kurdî - Tirkî ya Zana Farqînî de madeyeke wek "Alban: Arnavut", "Albanyiya: Arnavutluk" hatiye qeydkirin (Ferhenga Kurdî - Tirkî, Zana Farqînî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Çapa Çarem, Sibata 2013an, r. 35). Ji xeynî wan di vê ferhengê de ev made jî qeydkirî ne. "Arnawid: Arnavut", "Arnawidistan: Atnavutluk", "Arnawidî: Arnavutça", "Arnawidkî: 1. Arnavutça. 2 Arnavutlara özgü veya yaraşır biçimde." (eynî çavkanî, r. 54) Ango wekî ku xuya ye di vê ferhengê de jî him awayê "albanî" him jî awayê "arnawidî" hatiye pêşniyarkirin. Yek ji wan nehatiye tercîhkirin.
5 - Di Ferhenga Kurdî - Tirkî, Tirkî - Kurdî ya D. Îzolî de madeyeke wek "Arnawûd: 1. rgd. bir devlet. 2. bu devletin mensubu. /...i Arnavutça. bn. Alban." hatiye qeydkirin (Ferhenga Kurdî - Tirkî, Tirkî - Kurdî, D. Îzolî, Weşanên Deng, Çapa Yekem, Sibata 1992an, r. 34). Madeyeke din jî "Alban: rgd. Arnavut. /...iye Arnavutluk. /...i Arnavut, Arnavutlu." ye (eynî çavkanî, r. 30). Ango di vê kitêbê de jî her du awa hatine pêşkêşkirin û tercîhek nehatiye kirin.
6 - Qenaeta Min: Herwiha divê vê yekê jî bêjim ku gotina "arnawidkî" ji gotina "arnawidî" cuda ye. Gotina "arnawidkî" ji zimanekî zêdetir xwedî maneya "wekî arnawidan, bi ya arnawidan" e. Ji bo her zimanekê tenê yek awayek hebûya belkî çêtir bûya, lê normal e ku ji bo hin ji wan du awa hebin. Helbet em ê ji bo kategoriyan, tenê yek ji wan awayan tercîh bikin, lê zahf ferq nake ku em ji peyvên "albanî" an "arnawidî" kîjanî tercîh dikin, ji ber ku her du awa jî gelek tên bikaranîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:03, 21 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]