Gotûbêj:akincî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

serketina we daxwaza mine. Ez dixwazim nêrrîna xwe li ser peyva "akincî" bidim. Ev peyva peyvek kurdî nîne. peyva akincî peyvek azerî ye, ku li binêşê da "ekinçî" bûye. peyva ekincî peyvek hevbend wate murekeb e ku ji du pişkên; ekin û cî pêk tê. ekin wate çandin û cî jî heman paşgira turkî ya çî ye, ku beranbere di gel van paşpirtkên kurdî: van, dar, ger, er... Ekincî wate werzigar, kesê ku karê çandinê dike, ne ku rûniştî û şînî. Ez li ferhenga we da li dû peyva Zenberî gerrîyam, lê muxabin min ew nedît. Xanî li Mem û Zînê da dibêje: Dîwane me min perî bi der da, Ez Dicle me zenberî mi ber da. Ewanê ku Mem û Zîn şirove kirine jî nizanîne. M.E. Bozarslan dinivîse: Têleke ku bi awayekî taybetî tê badanê... Hejar û Emînê Osman dinivîsin: zenberî wate gemî, kelek... lê ev wate û şirove yana yek jî di gel deqa helbestê naxon. gelo hûnê bikiaribin wate ya vê peyvê ji min ra peyda bikin? perwîz