Gotûbêj:şîranî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Ferqa şîrinî û şîraniyê[biguhêre]

Li çavkaniyê bigere: "şîranî"nûçe · kitêb · zanyar · wêne
Li çavkaniyê bigere: "şîrînî"nûçe · kitêb · zanyar · wêne

şîranî

Dema ku qal lê dibe mirov şîrînî û şîranî bi heman wate fêm nake. Şîrînî şîrînbûnê vedibêje şîranî jî navdêr e. Wek mînak em dibêjin Keçê mêvana ra şîranîyek çêke, Dema ku bi mirovan dipeyvî nerm xeberde şîrînî bêje û bike lewra şîranî-şîrînî wekhev nînin yek bûye nav(dêr) yê din jî rengdêr. -- Mihemed Qers (gotûbêj) 09:12, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Mihemed Qers. Ji bo peyvan li gorî çavkaniyan em tevdigerin. Binêre Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê Balyozxane (gotûbêj) 14:26, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Bi min jî wateyên herdu peyvan yek nîne.--Ghybu (gotûbêj) 14:53, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Erê lê berê min lê nêribû. Hin çavkanî hem ji bo "şîrînî" hem jî "şîranî" maneya "xwarin" didin. Loma ez dibêjim em li gorî standarda me herin niha. Heke kesek dixwaze biguherîne divê rêzikên heyî tevbigere. P.S: Bi min jî "şîranî" ji bo maneya xwarin çêtir e, ez tenê dixwazim rêzikên heyî werin sepandin. Balyozxane (gotûbêj) 14:57, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Em nikarin bibêjin şîranî guhertoya rastnivîsî şîrînî ye ji ber ku pir tê bikaranîn: her du jî rast in. Herwiha bo wateya xwarinê piranî (?) peyva "şîranî" tê bikaranîn.--Ghybu (gotûbêj) 15:09, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu Ferhenga rastnivîsînê ya nû (r.467) jî dibêje "şîrînî" ji bo xwarinan û "şîrînayî" ji bo "rewşa şîrînbûnê". Loma kesê ku dixwaze vê rewşê biguherînê divê li rûpelê {{standardkirin}} zêde bike û li gorî WF:RS çavkaniyan nîşan bide. Balyozxane (gotûbêj) 15:15, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]
Binêrin: Wîkîferheng:Daxwazên standardkirinê#şîranî Balyozxane (gotûbêj) 17:14, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

Ev agahî ji Daxwazên standardkirinê hatiye arşîvkirin (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


şîranî | şîrînî | şêranî

Li gorî Gotûbêj:şîranî, maneya "xwarinên şîrîn" û "rewşa şîrînbûnê" divê ji hev werin veqetandin.

Herwiha li rûpela şêranî jî dibêje "xwarinên şîrîn" lê belê divê "şêranî" li gorî mînaka ji Cegerxwîn "mîna şêran" be. --Balyozxane (gotûbêj) 15:57, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

Ping: @Ghybu, Mihemed Qers, û Bikarhêner:--Balyozxane (gotûbêj) 15:57, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj[biguhêre]

Şirove @Ghybu, Mihemed Qers, û Balyozxane: Bi ya min jixwe ji hev qetandî ne.
Wisa ku,
1- Ji bo maneya "xwarin û vexwarinên tamên wan xweş" bi min divê peyva standard bibe "şîranî". Û peyvên "şîrînî" û "şêranî" ber bi vê ve werin alîkirin.
2- Ji bo maneya "halê şîrînbûnê", jixwe divê peyva "şîrînî" were bikaranîn, ji bo vê maneyê bikaranîna peyva "şêranî" xelet e; û li ser meseleya peyva "şêrînî" jî divê li gor ferhenga rastnivîsînê yê ku me esas girtiye awayê standard di navbera peyva "şêrînî" û "şîrînî" de were diyarkirin. Û awayê nestandard jî ber bi awayê standard ve were alîkirin.
3 - Awayê ku di gotara sêyem de wek "mîna şêran" hatiye diyarkirin jî bi min xelet e. Ji ber ku ji bo maneya "mîna şêran", peyva "şêrkî", "şêrane" hene. Peyva "şêr" (heywan) wek "şêr" standard e jixwe. Li serê nîqaşekî tine. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:01, 6 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Şîroveya @Bikarhêner: raste gellek cîdaye.Ev hersê peyvên şîranî-şîrînî-şêranî wateyên wan cûdane.Ne hewceye yekî şûna yê din bikarbînin.Şûna şîrîn gotina şêrîn xelete û devokên herêmîne, ji xwe em jî şûna şîrîn şirîn dibêjin.Zimanê Kurdî zelale ji şêrîn meqsed wek şêran tevgerîne.Şîrînî jî rewşa şîrînbûnê vedibêje, şûna navekî nagrê, dema ku em şûna navê xwarinekî şîrînî bêjin ev naedile. "şîrînayî" jî rewş û asta şîrînbûnê vedibêje nabe navê xwarinê.Çend mînak;

  • Bi zarokanva "şîrînî" bipeyve,"şîranî"yan bide destên wan. "şîrînî bike","şîranî çêke" hrw...
  • Ev çi rewşe serê xwe rake şer bike wek "şêrîn",ewê bicehmin rojekî ji axa me bi revîn.
  • Te zaf şekir avîtyê, "şîrînayî"ya vê "şîranî"yê zêdeye,nayê xwarin.
  • Şirove Ji bo maneya "xwarinên şîrîn" li gorî hin çavkaniyan:
  1. şîranîChyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 584.
  2. şîranîQanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 707
  3. şîranîZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1785.
  • Ji bo maneya "rewşa şîrînbûnê" li gorî hin çavkaniyan:
  1. şîrînîChyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 584.
  2. şîrînîZana Farqînî, Ferhenga Kurdî - Tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1787.
--Balyozxane (gotûbêj) 21:33, 19 adar 2021 (UTC)[bersiv bide]