Gotûbêj:çawa

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

DS: Îlona 2020an[biguhêre]

Ev gotar li gorî rêzikên standardkirinê yên Wîkîferhengê hatiye standardkirin. (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.


çawa / çawan / çawa yî / çawan î--Balyozxane (gotûbêj) 17:34, 12 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêj[biguhêre]

Şirove Ez dibêjim çawa yî rasttir e. -- Guherto (gotûbêj) 14:17, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Balyozxane: Tu naxwazê "çawa yî" ber alî bike "çawa", ne rast? Ne eynî ne. Li gora standarda kitêba rastnivîsînê divê çawan -> çawa, çawan î -> çawa yî. -- Guherto (gotûbêj) 08:58, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Guherto Na, em ê biryara çawa yî/çawan î li gorî standarda çawa/çawan bidin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:50, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove @Balyozxane: Niha min nêrî di rûpela 110 çawanî derbas dike ez xeletim? Hûn çima î, yî cuda dinivîsîn. Li gor rêziman mirov dikara van cuda bide nîşan?Rewiye tine (gotûbêj) 19:41, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Rewiye tine: Çawan î pirsekê ye. Rewşa te dipirse. çawanî kalîteya tiştekî ye. Ji hev cuda ne. --Balyozxane (gotûbêj) 19:44, 15 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove

  • çawanKadri YıldırımTemel Araştırma ve Metinlerle Kürtçe Dilbilgisi(Kurmanci Lehçesi)Avesta2013, çapa 3em, r. 37, ISBN 978-605-5279-67-7--Rewiye tine (gotûbêj) 09:10, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
    kadrî yildirim di rêzimana xwe de formên çawan/çawa? nîşan kirîye lê çawan? bi hevokanda bikaranîye(ez çawan im?hwd) û bi tirkî jêrenotek daye; Doğru gramatikal form çawan? dır. Çünkü çi awayan?ın kısaltmasıdır. Fakat konuşma dilinde çawa? formu sıkça kullanılmaktadır.
  • çawaM. Emîn BozarslanFerhenga KurdîDeng2011, çapa 1em, r. A-D;490, ISBN 978-975-7011-75-0--Rewiye tine (gotûbêj) 09:10, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Eslê peyvikê çi awa ye. Peyvika i ji peyvika çi yê ketiye û bi ç serê awa ve hatiye zeliqandin. Bi wî awayî, herdu pêkve bûne çawa.
  • çawaSamî TanRêzimana KurmancîWeşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê2015, çapa 3em, r. 178-179, ISBN 978-975-6282-54-0--Rewiye tine (gotûbêj) 09:32, 17 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]
    Di kurmancî de ji bilî peyva çawa gelek peyvên ku xwediyê heman wateyê ne, hene. Wekî; “çito", “çilo", "çerê". Her wekî çawa em di mijara hevalnavên şanîdanê yên şibandinê de jî li ser rawestiyabûn, bêje hevedudanî ne. Ew ji bêjeya “çi" û peyvên “awan, lewn û tehr’’ pêk hatine. Her çi qas di zimanê devkî de ev peyv giş bên bikaranîn jî, di zimanê nivîskî de bi giranî çawa tê bikaranîn.
Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.

Şirove Li gorî hin çavkaniyan:

Li gorî van çavkaniyan awayê standard divê çawa be. --Balyozxane (gotûbêj) 10:58, 18 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]