Elîşêr

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Serenav[biguhêre]

Erdeşîrê Yekem li ser Nexşê Rostem li Textê Cemşîd li Îranê

Elîşêr nêr

  1. Navek mêran e.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha farisî على شیر‎ ('Elîşîr), pehlewî Erdeşihr (bernavê gelek paşayên sasaniyan bû), farisiya kevn Ertexşeçe (bernavê gelek paşayên hexamenîşî bû) ji erte- ([[heq, rastî, konsepteke dînî a îraniyan e]]) + xşeθre- (şar, şahî) anku "şahê/şahiya heq". erte- hevreha eşe- (heq, rastî) ya avestayî û ऋतं (ṛteṃ: heq, rastî) ya sanskrîtî ye û hemû ji proto-hindûewropî *h2r-to- (rast, dirist) in. Di kurdî de -rd-/ -rt- ya îranî dibe -l- (binere alî û gel) loma *Erdeşîr > *Eleşîr. Paşî bi şaşî hatiye bawerkirin ku maneya "şêrê (îmam) Elî" dide loma. Herwiha ji ber vê etîmolojiya gelêrî ew nav di nav şîiyan de berbelav bûye, wek hevmaneya Elî Heyder (erebî حيدر(şêr, ku bernavê Elî ye). Etîmolojiya gelêrî nebûya, di kurdî de bibûya *Eleşîr an dibe ku Eleşehr/Eleşar ji ber ku peyva xşeθre ji kurdiya kevn (medî) ketiye farisî û lewma di farisî de e bûye i, lê bi xwemaliya kurdî dibe ku ew dê dengî biparasta.

Werger[biguhêre]