Destpêk

Ji Wîkîferhengê
Guhartoya 17:23, 24 îlon 2019 ya ji aliyê Şêr (gotûbêj | beşdarî) (-biyanî (ji ber ku nayê rojanekirin)) ve
 
Peyva hefteyê Hefte 13biguhêre
Peyv: şûrê Demokles
Kat. rêzimanî: biwêj
Xwendin: [ˈʃʊ̯reːˌdɛmɔklɛs]
Kîtekirin: şû·rê De·mok·les
Mane:
  1. Aluzyonek e û tê wê wateyê ku kesên ku pirr hêz û desthilat heye di heman demê de di xeter û talûkeyên mezin de ne jî.
Ji gencîneya me
Projeyeke Wikimediayê
Projeyeke Wikimediayê
Di derbarê me de

Bi xêr hatî Wîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad ya onlayn e. Wîkîferheng, ferhengeke kurmancî - kurmancî, xerîb - kurmancî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurmancî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavê hejmara rûpelên wê 1.000.491 e.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên din e. Mebesta me ne tenê maneya peyvan e, tevî maneya peyvan gramer, etîmolojî, şîrove, xwendin, hevmane, peyvên nêzîk, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku têgihiştin hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurmancî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ev ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya sereke ya ferhengê kurdiya latînî ye, lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpeleke vê ferhengê de ji qismê jor dikarî opsiyonên "tîpên latînî" an jî "tîpên erebî" bibijêrî.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwîner bi xwe (bêyî qeydbûnê) dikarin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji beşa Alîkariyê, Nivîsînê bixwînin.

Dîwana WîkîferhengêRêveberWîkîferheng li ser Twitterê

Pirzimanî

kurmancî · îngilîzî · almanî · fransî · erebî · tirkî · farisî · fînî · holendî · swêdî · Hemû ziman

Soranî - Kurmancî

Aa · Bb · Cc · Çç · Dd · Ee · Êê · Ff · Gg · Hh · Ii · Îî · Jj · Kk · Ll · Mm · Nn · Oo · Pp · Qq · Rr · Ss · Şş · Tt · Uu · Ûû · Vv · Ww · Xx · Yy · Zz

Alîkarî

Zimanê kurdî, zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê dayîkê yê piraniya kurdan ev ziman e.

Çend zaravayên kurdî hene.   Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê,   soranî li başûr û rojhilat tê bikaranîn. Kurmancî bi piranî bi tîpên latîn tê nivîsîn û soranî bi tîpên erebî. Piraniya kurdan li seranserî cîhanê bi kurmancî diaxivin (dûmahîk…)