Bêjen

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Serenav[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Bêjen
Îzafe Bêjenê
Çemandî Bêjenî
Nîşandera çemandî Bêjenî
Bangkirî Bêjeno
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar
Navkî Bêjenek
Îzafe Bêjenekî
Çemandî Bêjenekî

Bêjen nêr

  1. navek zelaman e
  2. kurrê Gêwî û evîndarê Menîjeya keça Efrasyabî li gor Şahnameya Fîrdewsî

Bide ber[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Ev bilbilê can di mehbesa ten
    Maye bi tenê misalê Bêjen
     — (Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1695)

Bêjen bi xwe kurê Gêw e, ew diçe nêçîrê û dil dikeve Menîje keça Afrasyabê. Dema ku Afrasyab pê dihese Bêjen dihavêje binê bîrekê û ew bîr dibe zindana wî. Piştî ku Gêw li serpêhartiya kurê xwe haydar dibe, Rustemê Zal dişîne welatê Afrasyab da ku Bêjen rizgar bike. Rustem herdu evîndaran jî rizgar dike û vedigere. Ev çîrok jî di Şahnameya Firdewsî de heye.

(Jan Dost: Bêjing û zenberekên seydayê Bozarslan, Diyarname.com, 3/3007)