jeng

Ji Wîkîferhengê
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
zingar  / zeng  / jengar  / jeng

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /ʒɛŋɡ/
  • Jihevqetandin: jeng

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jeng jeng
Îzafe jenga jengên
Çemandî jengê jengan
Nîşandera çemandî jengê wan jengan
Bangkirin jengê jengino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jengek jengin
Îzafe jengeke jengine
Çemandî jengekê jenginan
qotîkek jengê-girtî

jeng

  1. deleme, zeng, jengal, jengar, zengar, pas, zingar, zincar,
    rengê zer yan qehweyî yê ku asinî yan polayî digire dema ku demeke dirêj şil bin
    Jengê girtin.
    • Were saqî heta kengê
      Neşûyîn dil ji vê jengê
      Heyata dil meya baqî
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • Eve zadana hemû amarêd sifir danêne ku bi zûye jeng lê didêtin û dibte wek jehrê û mirofan carinan ew jeng dikujitin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 112em, r. 10, ISBN 978-605-5683-27-6)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha jengar, jengal, hevreha soranî ژه‌نگ(jeng), farisî زنگ(zeng) û زنگار(zengar), pehlewî zangār (zengar), ji zimanên îranî. ժանգ (žang, jeng) ya ermenî, ܙܢܓܪܐ (zanɡɑrɑ, zengara) ya aramî û زنجار(zincar) ya erebî ji îranî ne. Formên zeng, zengar ji farisî ketine kurdî û di kurdî de ne formên xwemalî ne: bide ber kurdî jin, jiyan, jehr, farisî zen, zindegî, zehir.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.