meqes

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

sê meqes
sê meqes
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî meqes meqes
Îzafe meqesa meqesên
Çemandî meqesê meqesan
Nîşandera çemandî meqesê wan meqesan
Bangkirin meqesê meqesino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî meqesek meqesin
Îzafe meqeseke meqesine
Çemandî meqesekê meqesinan

meqes

  1. amûrekbirînê ya du-dev e û dema devên wê digihin hev tiştî dibirin
    Ka meqesê bîne, divê vî benî bibirrim.
    Nînokan bi meqesê nebirre, me mûçink jî heye.
    • Yê din jî rahişt meqesê, ber bi nezaretê ve çû, da ku ji xwe re bîskê bi yê girtî bileyize û por û riha wî bide ber meqesan. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha miqes, hevreha soranî مەقەس(meqes), ji erebî مقص‎ (miqeṣṣ, meqeṣṣ), hevreha akadî meqaṣu (birreka qesaban), ji me- + q-ṣ-ṣ (birîn) ku herwiha serekaniya qusandin ya kurdî ye jî. Peyva erebî ketiye gelek zimanên din jî: tirkî makas, swahilî mkasi / mikasi, sirbî маказе (makazê), krowatî makaze... Li aliyekî din, قیچی (qeyçî) ya farisî û قه‌یچی (qeyçî) ya hin devokên soranî û kurdiya başûrî ji azerî hatine wergirtin: azerî qayçı, hevreha kîrgîzî кайчы (kayçı), kazaxî қайшы (qayşı), ozbekî qaychi, tirkmenistanî gaýçy... Eslê peyva zimanên tirkîkî dikare çînî be: 鉸剪, 铰剪 ‎(gaau3 zin2), hevreha koreyî 가위 (gaawi). Peyva tirkîkî bi rêya farisî ketiye zimanên Pakistan û Hindistanê jî: urdûyî قینچی (qeynçî) û کینچی (keyņçî), hindî कैंची ‎(keyṇçî), क़ैंची (qeyṇçî), bengalî কাঁচি ‎(kaçî)...

Werger[biguhêre]