masî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî masî masî
Îzafe masiyê masiyên
Çemandî masî masiyan
Nîşandera çemandî masî wan masiyan
Bangkirin masiyo masiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî masiyek masiyin
Îzafe masiyekî masiyine
Çemandî masiyekî masiyinan
Masî

masî nêr

  1. (heywan) hin heywanên avî ne yên ku nikarin li ziwayiyan bijîn

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Jîngehên masiyan[biguhêre]

Cûnên masiyan[biguhêre]

Çavkanî: Chyet (di ferhengê de li ber peyva masî)

Amûrên masîpêgirtinê[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî ماسی(masî), kurdiya başûrî masî, lekî masi, mayî, goranî/hewramî masawî, zazakî mase, masi, farisî ماهی‎‎ (mahî), pehlewî mahîg, tacikî моҳӣ (mohî), avestayî 𐬨𐬀𐬯𐬌𐬌𐬀‎ (masiia, /mesye/), sanskrîtî मत्स्य (mátsya), punjabî ਮੱਛੀ (macḥī), hindî मछली (machlī, /meçlî/), ûrdûyî مچھلی‎ (machlī, /meçlî/), nepalî माछा (māchā)... hemû ji proto-îranî.

Li derveyî zimanên hindûîranî ev peyv di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyda nabe. Hin idia wê dikin hevreha peyva proto-hindûewropî *mad- (şil) û hinek jî heta *mew-k- (hilû, tehîsok, hilîsok, şemitok) e ku herwiha serekaniya peyva yûnanî μύκης (mûkês "kivark"), latînî mucus (mukus: "kilmûş; gilîz) û kurdî (kil)mûş e (ji ber gilîzê leşê masiyan). Lê delîlên xurt bo van gotinan nînin.

Lubotsky bawer dike ku peyv ji zimanekî ne-hindûewropî ketiye proto-hindûîranî anku makezimanê zimanên hindûîranî.

Çavkanî: Chyet r. 364, Horn r. 216, Lubotsky r. 3, MacKenzie r. 123, Pokorny r. 694, Tsabolov r. 643 |

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Soranî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

masî

  1. masî