berdan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

berdan lêkera pêkhatî, gerguhêz

berdan (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: ber-d-
RP.
Niha
ez berdidim
tu berdidî
ew berdide
em, hûn, ew berdidin
Fermanî Yekjimar berde
Pirjimar berdin
Rehê dema borî: ber-da-
RP.
Boriya
sade
min berda
te berda
wê/wî berda
me, we, wan berda
Formên din: Tewandin:berdan
  1. negirtin, zeft nekirin
    Destê min berde! (Destê min negire, zeft neke!)
  2. azad kirin, serbest kirin, hêlan biçe anku here, dan anku destûr dan ku kesek biçe
    Girtî hatin berdan. (Girtî ji zîndanê derketin.)
    • Ku di vê mehkemê de Seydo bihata berdan. Wele ez di van riyan de mirim, ez di bin deynan de şewitîm — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)
  3. cuda bûn, li gel neman, pê re neman, jê veqetîn, jê qut bûn
    Wî jina xwe berdaye. (Ew êdî li gel jina xwe najî. / Êdî ne jinûmêrên hev in.)
  4. lê neman, hêlan, lê nebûn xwedî
    Wan mal û milkê xwe berda û bar kir bajarekî.
  5. hilkirin, ron kirin, geş kirin, xweş kirin, vêxistin
    Ka lampeyê berdiyê! Agir pê xistin, agir kirin, arandin, darandin û lê teqandin (ji bo teqandina çek'an).[1]
  6. bestî bûn, ne man qerisî

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tiliyan xweş ke giyan
    Kir şefqe mîr anîme bîr berdan mi tîr kirme esîr
    Neg'ha feqîr zulfa herîr avêhte şîr da pê meheq
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

Lêker

  • ber-d-

Bide ber[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji ber- + dan.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî berdan berdan
Îzafe berdana berdanên
Çemandî berdanê berdanan
Nîşandera çemandî berdanê wan berdanan
Bangkirin berdanê berdanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî berdanek berdanin
Îzafe berdaneke berdanine
Çemandî berdanekê berdaninan

berdan

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]