şireşir

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şirreşirr şirreşirr
Îzafe şirreşirra şirreşirrên
Çemandî şirreşirrê şirreşirran
Nîşandera çemandî şirreşirrê wan şirreşirran
Bangkirin şirreşirrê şirreşirrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şirreşirrek şirreşirrin
Îzafe şirreşirreke şirreşirrine
Çemandî şirreşirrekê şirreşirrinan

şireşir

  1. (dengê siriştî) Dengê xurtrijîna avê.
    • Min li zozanên xwe bi keriyan pez xwedî dikirin. Ew hênikayiya dilê min bû. Dengê bilûran tevlî şireşira avê, xuşexuşa pelên daran dibû. Kulîlkên reng bi reng tacên serên bûkan bûn. Di bin konên bav û kalan de awazên dengbêjan bi bilbil û şalûlan re diketin pêşbaziyan. Û qurmîna Kurmanciya reş bû. Bi hezaran gundên min wêran bûn, zozanên min bûn warên berazan. Gundî pêl bi pêl ber bi bajaran ve herikîn. Kuştin, talan û şewatê berê wan da sîstema asîmîlasyonê. Axayên malên xwe, bûbûn parsekên ber deriyên xelkê û gava ez çav li kalekî ji warên xwe dûrketî, destbigopal, çefî li piştê girêdayî dikevim; destê xwe li ber xelkê vedike, qermîçokên eniya wî dibin xencer û di kezeba min re diçin, axîna wî dibe dilopek jahr û bi ser dilê min ve diherike. Bila tu kes nebêje ez bi jahrê ketime, yê bi jahrê ketiye ez im. — (Receb Dildar: Yê bi jahrê ketiye ez im, Netkurd.com, 5/2007)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji şir + -e- + şir .

Werger[biguhêre]