şeytanqûnî
Xuyakirin
Navdêr
[biguhêre]şeytanqûnî cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)
- kesê ku piştî mirina xwe ji merzel derdikeve û digere, xortlax
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
- xwe terkirin piştî xewneke seksî, bi cenabet ketina kesekî ji egerê dîtina xewneke seksî ku bûye sedema hatina avika zilamî
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
Ji wêjeyê
[biguhêre]- Bavê wî yê heftêsalî her roj êvaran şîr vedixwar û spêdê radibû ji kurê xwe re digot: “Bo min ava germ bîne, ez şeytanqûnî bûme” (cenabet bûn). — (Lotikxane.com, 05/2008)
- Şeytanqûnî: Wekî her miletî li nik me Kurdan jî li ser xerafatan de baweriyek heye. Li goreyî wê baweriyê, hin mirî piştî mirinê radibin. Gava ew mirî navê kîjan mirovî hildin, ew jî dimire. Ji bo vê yekê kîjan miriyê ko şeytanqûnî bibe bi merê dikujin. Ji ber ko dibêjin, şeytanqûnî bêmerê bi tu tiştî nayê kuştin. — (Osman Sebrî, Şeytanqûnî)
Bide ber
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]şeytan + qûn + î; dibe Iblîs ew kare kiriba çimkî xelk wisa difikirin ku ev xewn ji layê Iblîsî tên; qûn paşgireka berbelav e demê kes rexne li yekî digire
Jê
[biguhêre]- şeyanqûnî bûn
- şeytanqûnî bûn (lêker)
- şeytanqûnî kirin (lêker)
- şeytanqûnîbûn (navdêr)
- şeytanqûnîbûyî (rengdêr)
- şeytanqûnîkirin (navdêr)
- şeytanqûnîkirî (rengdêr)