şerrenîx

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şerrenîx şerrenîx
Îzafe şerrenîxa şerrenîxên
Çemandî şerrenîxê şerrenîxan
Nîşandera çemandî şerrenîxê wan şerrenîxan
Bangkirin şerrenîxê şerrenîxino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şerrenîxek şerrenîxin
Îzafe şerrenîxeke şerrenîxine
Çemandî şerrenîxekê şerrenîxinan
şerrenîx anku şerrê seyan / kûçikan

şerrenîx

  1. şerrê seyan, pevçûna kûçikan
  2. (mecazî) cedelên dijwar, gengeşe, nîqaş, qerqeşe, debat, minaqeşe, şeredev
    suhbeta ku tê de du yan zêdetir kes li hev nakin û bi giranî dijî hev dipeyivin

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bikaranîn[biguherîne]

Lêker:

Navdêr:

Ji wêjeyê[biguherîne]

  • Bêjeya "şerenîx" ji bo şerê segan têt bi kar anîn. Dema ko gelek seg hevdu vedigevizînin jê re dibêjin "şerenîx". (Arif Zêrevan: twitter.com/ArifZerevan/ 5/2014)
  • Carekê spêdeyekê şerrenîx û pevçûnek devkî di navbera wan de rû da. Tanya qorrî girî û revî odeya xwe. Ew ne hat firavînê bixwe û ne jî çayê vebixwe... (Anton Çexov: Keşîşê Reş, wergerrandin: Husein Muhammed, Kovara Mehname, hj. 50, 3/2004)

Ji[biguherîne]

şerr + -e- + *nîx. Şerr ji erebî شر (şerr: xirabî) + -e- ji zimanên îranî + *nîx ji ermenî շուն (şûn: se, kûçik) bi guherîna cihê dengan anku metatezê (şûn > *nûş) û guherîna dengan (*nûş > *-nîş > -nîx). Bo guherîna cihê dengan binêre: metatez. Bo guherîna Ş/X bide ber paşil / paxil. Bo guherîna Û/Î bide ber hemû / hemî. Di hin devokan de ji ber analojiyê Ş-ya destpêkê jî wek herfa dawiyê bûye X (şerrenîx > xerrenîx). Bo forma devokî cerrenîx anku guherîna Ş bi C, bide ber şebeş / cebeş ("şebeş" bi xwe jî bi analojiyê ji zebeş/cebeş peyda bûye).

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

1. şerrê seyan / kûçikan:

2. gengeşeya dijwar: