Here naverokê

şûştin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
şûştin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -şo-
RP.
Niha
ez dişom
tu dişoyî
ew dişo
em, hûn, ew dişon
Fermanî Yekjimar bişo
Pirjimar bişon
Rehê dema borî: -şûşt-
RP.
Boriya
sade
min şûşt
te şûşt
wê/wî şûşt
me, we, wan şûşt
Formên din: Tewandin:şûştin
Kesek destên xwe dişo.

şûştin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Bi avê paqij kirin.
    • Destekê sunnet e tê da di yekê nessê kitab e
      Dil bişo tu j' vê nifaqê ko bidit sîne beraqê
      Bi sefa hemrehê erbabê dil û ehlê sefa be
       — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)
    • Xwîn bi xwînê nayê şûştin. — (2020 sibat 18, Hasan Polat, “Nêrinek li ser romana Mîrzayê Reben”, li ser gazeteduvar.com.tr[1])
    • Du dest cilên mela bazîd hebûn, yek berşûştûnê bû yek dişûştin yek jî ber dikirin. Jina mela bazîdî înan ew destêd cilêd mayî ku berşûştûnê bûn, daye jaran... — (2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol
      : Lîs, →ISBN, rûpel 60)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-îranî *xşaud- ("şûştin"), avestayî: xşaod- ("to become liquid"), xşaodah- ("herrikîna avê"), partî: şwd- ("şûştin"), pehlewî: şwd-, şws-, şus- ("şûştin"), farisî: şo- ("şustin"), belûçî: şuş-, şus- ("şûştin"), kîrîbatî: şos- ("şûştin"), kurmancî: şûştin- ("şûştin"), soranî: şûştin, şordin- ("şûştin"), hewramî: şi- ("şûştin"), zazakî: şiten / şi-) alfabeya arî, sanskrîtî: kşod ("to dissolve", "to disintegrate")

Çavkanî: Cheung p.455

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev beşa Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya wash a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

şûştin m

  1. bi avê pakkirina tiştek an jî kesekî ji qilêrî û lekeyan, karê paqijiya bi avê
    Berî xwarinê şûştina dest û ser û çavan bi min re bûye adet.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina şûştin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şûştin şûştin
Îzafe şûştina şûştinên
Çemandî şûştinê şûştinan
Nîşandera çem. şûştinê wan şûştinan
Bangkirin şûştinê şûştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şûştinek şûştinin
Îzafe şûştineke şûştinine
Çemandî şûştinekê şûştininan

Werger

[biguhêre]