çincîr

Ji Wîkîferhengê
(Ji çinçîr hat beralîkirin)

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çincîr çincîr
Îzafe çincîra çincîrên
Çemandî çincîrê çincîran
Nîşandera çemandî çincîrê wan çincîran
Bangkirin çincîrê çincîrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çincîrek çincîrin
Îzafe çincîreke çincîrine
Çemandî çincîrekê çincîrinan
jinek di çinçîrekê de

çincîr

  1. Tişta/ê her serek wê / wî bi tiştekî ve hatiye girêdan lê ew bi xwe sist li hewa maye bo ku mirov rûne yan xwe pal de ser û xwe tê de bihejîne anku bicolîne.
    Hevmane: colank, hêlûç, gangol, kêşik, gengola, hamak
    • Çincîr ji zarokan re dihat çêkirin, lê ne wekî vê bû. — (Hogir Hingiv di koma "Zimanê Kurdî" de li ser Rûnameyê, 1/2012)
    • Wexta dîya min wana da, çincîr çêdikirin. Werîsek dianîn ji kêranekî ra dikirin, carek jî ji kêranekî din re dikirin. Dianîn dihatin têrek tê re dizivirandin û doşeka wê dikirine hindir. Bebik dirinê. Bi şev bebik bigiriya, serê kejiyê davêtine wê cincîrê pê dihejandin. — (N. Reşîd, devkî, 19/01/2019)

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]