Here naverokê

çand

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina çand  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çand çand
Îzafe çanda çandên
Çemandî çandê çandan
Nîşandera çemandî çandê wan çandan
Bangkirin çandê çandino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çandek çandin
Îzafe çandeke çandine
Çemandî çandekê çandinan

çand m

  1. kultûr, tore, kelepûr, edet
    • (Çand) Ev pirseqe[sic] geleq mihim e. Divêt xwendevanên me kenc bala xwe bidin û di ser zmanê xwe re bêxin. Ji ber qo ev pirsa ha ne di zmanê me de ne jî di zmanên cînar de jî heye. Ereban jî vê paşîyê xistine zmanê xwe. Ji tevayiya ilm û hiner û pîşeyên spehî re çand tête gotin. Me ev pirs ji çandinê girt. Ji xwe di her zmanî de jî welê ye. — (HawarFerhengoqCeladet Alî Bedirxan, Amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem, cild 1, hj. 19, 1933, r. 387)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Paşvesazî ji çandin. Ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di 1933 de hatiyê çêkirin bi riya wergerandina yekser ji fransî culture (kultûr). Binere kultûr. Herwiha bide ber tirkî ekin (dexl, çandin; kultûr).

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya culture a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formekê lêkerê

[biguhêre]

çand

  1. dema borî ji lêkera çandin