zevî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zevî zevî
Îzafe zeviya zeviyên
Çemandî zeviyê zeviyan
Nîşandera çemandî zeviyê wan zeviyan
Bangkirin zeviyê zeviyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zeviyek zeviyin
Îzafe zeviyeke zeviyine
Çemandî zeviyekê zeviyinan
zeviyek li havînê

zevî

  1. (çandinî) erdê çandinê,
    axa ku dexlûdan (genim / ceh û hwd) lê tê çandin:
    zeviyeke çandî, zeviyeke kêlayî, zeviyeke dirûyî / dirûtî
    • Adar go: - Dilê min mêrg û zevî
      Xezalê, canê, kuda direvî...
      Hergê bilbilî, ez - gula kezî,
      Gulê dihêlî, kuda dibezî...
       — (Fêrîkê Ûsiv: Dengê Şero)
  2. (berfirehkirî) erd, ax, zemîn, telan

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *dʰéǵʰōm (ax, erd). Hevreha soranî زه‌وی(zewî), kurdiya başûrî zeẅi, hewramî zemîn, farisî berê زمی‎(zemî) û niha زمین(zemîn), pehlewî zemîg, osetî зӕхх (zæxx), avestayî 𐬰𐬆𐬨‎ (zəm) û 𐬰𐬃‎ (zā̊), sanskrîtî ज्मः (jmáḥ) û क्षम् (kṣám), latviyayî zeme, lîtwanî žẽmė, çekî země, slovakî zem, polonî ziemia, bulgarî земя́ (zemyá) rûsî земля́ (zemlyá), latînî humus, yûnaniya kevn χθών (khthṓn), toxarî B keṃ, toxarî tkaṃ, hîtîtî 𒋼𒂊𒃷 (te-e-kán /tēkan/), albanî dhe. Cotrehê zemîn.

Ji heman rehî herwiha peyva proto-hindûewropî *ǵʰm̥mṓ (mirov, mêr, "axî, kesên ji axê çêbûyî") ku serekaniya peyvên bi wateya mirov yan mêr yên hinek zimanên hindûewropî ye, bo nimûne: latînî hemō û homō (bidin ber latînî humus anku ax, zevî, erd), lîtwaniya kevn žmuõ û lîtwaniya nû žmogùs, inglîziya kevn guma.

Bo diyardeya çêkirina peyvên bi wateya mêr, mirov ji peyvên bi wateya ax, erd bidin ber îbranî אדם (adám: mêr, mirov, benîadem, ademîzad) û אדמה (adamá: ax, erd, zevî).

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Kloekhorst, Alwin (2008): Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston: Brill.
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev beşa Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.