zava

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zava zava
Îzafe zava zavayên
Çemandî zava zavayan
Nîşandera çemandî zava wan zavayan
Bangkirin zavayo zavayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zavayek zavayin
Îzafe zavayekî zavayine
Çemandî zavayekî zavayinan
bûk û zava (1)

zava nêr

  1. mêrê ku daweta wî ye,
    zelamê ku dîlana wî tê kirin,
    zilamê ku zemawenda wî ye
    Bûk û zava rabûn dawetê.
  2. mêrê keça kesekî/ê yan mêrê xwişka kesekî/ê
    Rizgar zavayê Elî ye. (Keça Elî jina Rizgarî ye.)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Tewandî[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

[biguhêre]

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

  • bûk bi dilê zavê ye, çi pitepita pîrê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi pilepila melê ye
  • bûk bi dilê zavê ye, çi hêlehêla melê ye

Têkilî[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî زاوا(zawa), kurdiya başûrî zawa, zazakî zama, hewramî zema, mazenderanî û talîşî زاما‎(zama), belûçî زامات‎‎ (zamat), pertî 𐫉𐫀𐫖𐫀𐫅‎ (zʾmʾd /zāmād/), farisî داماد‎‎ (damad), tacikî домод (domod), pehlewî 𐫅𐫀𐫖𐫀𐫅‎ (damat), hexamenişî *𐎭𐎠𐎶𐎠𐎫𐎼 (damater), sogdî 𐫉𐫀𐫖𐫤𐫀𐫏‎ / ܢܐܩܬܐܝ‎ (zʾmtʾy), avestayî 𐬰𐬁𐬨𐬁𐬙𐬀𐬭‎ (zāmāter), sanskrîtî जामातृ (jā́mātṛ), hindî जँवाई (jãvāī) / जमाई (jamāī), yûnaniya kevn û nû γαμβρός (gambrós: zava) û γάμος (gámos: dawet, zemawend, zewac), latînî gener, îtalî genero, portugalî genro, fransî û katalanî gendre, spanî yerno albanî dhëndër... hemû ji proto-hindûewropî *ǵem- ("zewicîn, jin anîn").

Peyva îranî bi şiklê xwe yê farisî wek داماد(damad) ketibû tirkiya osmanî û di tirkiya niha de bûye damat û cih li peyva tirkî ya xwemalî güvey teng kiriye.

Peyva yûnanî γάμος (gámos: zewac) ya ji eynî rehê peyva zava di gotinên wek monogamî (yekjinîtî, yekzewacî) û polîgamî (pirjinîtî, pirzewacî) de li piraniya zimanan belav bûye û ketiye kurdî jî.

Hêjayî gotinê ye ku zava ne hevreha peyva zewac / zewicîn e. Zewac û zewicîn ji erebî ketine kurdî lê ew bi xwe jî ji זוגא (zewga) ya aramî ne ku ji ζεῦγος (zeûgos) ya yûnaniya kevn e ku ji *yug-ta- û *yeug- (bi hev re meşîn/bezîn) yên proto-hindûewropî ne ku herwiha serekaniya yuxte- ya avestayî, cuxte- ya farisiya kevn, جفت(cuft) ya farisî û cot ya kurdî ye. çift (cot) ya tirkî ji farisî ye.

Çavkanî: Çabolov, Chyet r. 683, Horn r. 117, Watkins r. 26, MacKenzie r. 114, Etymonline

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Malagasî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

zava

  1. ronahî, ronî

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên ronahî hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]