xwelî
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Kurdî
[biguherîne] Wate
- toza gewr ya ji tiştên şewitî çêbûye
- (mecazî) malwêranî, kembaxî, bela, bedbextî, bêsiûdî:
Xwelî bi serê me werbû. (Belayek mezin hat serê me.) - (mecazî) tiştek pîs:
Wî xwelî xwar û alîkariya dijminan kir.
[biguherîne] Herwiha
[biguherîne] Ji Wêjeyê
Zimanzanê ermenî yê herî mezin di pirtûka xwe ya zanyarî ya “Hayêrên armatakan bararan” (“Ferhenga têrmînologî ya ermenkî”, 1977, Yêrêvan, rûpel 177) dinivîse, ko kurdan gotina ax di sedsala 11an da ji gotina ermenkî hox hildane. Lê ew şaş e, ji ber ko koka wê gotinê îranî ye. Ew gotin di gelek zaravên îranî da wek xwelî, kozî û tenî hene, wek: di farisîya navîn da xval tê maneya tenî, di goranî (kandûlayî) da xul, hul, bi lûrî xol têne maneya xwelî, kozî, bi zazakî wel tê maneya kozî. Koka van gotinan ji gotina îranîya kevin hwarda tê, di hindawropî da suordo ye. Ango, ev gotin ji îranî derbazî ermenkî bûye.
(Têmûrê Xelîl: Gotinên kurdî-îranî di ermenkî da, Nefel.com, 11/2008)
[biguherîne] Jê
[biguherîne] Ji
Bi zazakî wele ye.
[biguherîne] Wergerr
|