xweşdivî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî xweşdivî xweşdivî xweşdivî
Îzafe xweşdiviya xweşdiviyê xweşdiviyên
Çemandî xweşdiviyê xweşdivî xweşdiviyan
Nîşandera çemandî xweşdiviyê xweşdivî wan xweşdiviyan
Bangkirin xweşdiviyê xweşdiviyo xweşdiviyino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî xweşdiviyek xweşdiviyek xweşdiviyin
Îzafe xweşdiviyeke xweşdiviyekî xweşdiviyine
Çemandî xweşdiviyekê xweşdiviyekî xweşdiviyinan

xweşdivî mê û nêr

  1. berdilî, delalî, xoşewîst, hezkirî, ezîz
    • Li jorê mîna xilxalekê diteyisî, ez dikeniyam, li jorê li ba dibû, perîkên wê perweze didan, hişê min devnexûnî hev bû, birrek xweşdiviyên min bi ro de çûn, min go bila nebêje û ez keniyam. — (Înan ErogluTêbîniyekWeşanên Avesta2019, ISBN 978605224647437)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

xweş + diviya (vîn). "Xweştivî" eslen "xweş-divî" ye lê ji ber dengê "ş" herfa "d" bo sivikiyê bûye "t". "Divî" jî kurtkirina "di-viya" ye anku "xweş-viyayî", "xweş-jê-hezkirî". "xweş" di vê peyvê de maneya "gelek, pirr" dide.

Di soranî de jî heman peyv wek "xoşewîst" heye ku ji "xoş" (xweş) + "e-" (wek kurmancî "di-" di peyva "di-vê, di-ke, di-got" de) + "wîst" (ku rehê dema borî ji lêkera "wîstin" e ku maneya "xwestin" yan "vîn, viyan" ya kurmancî dide).

Seyr û sosret e ku çima di herdu zaravayan de jî bi rengdêrê re forma dema borî ya berdewam (di-viya; e-wîst) hatiye bikaranîn û ne partîsîpa borî: - hezkirî, hebandî, bijandî, evandî, viyayî, xwestî. Eger partîsîpa dema borî hatibûya bikaranîn, ew peyv ê wiha bûna: xweşviyayî û xoşwîstû.

Bi heman awayî pêdivî ya kurmancî û pêwîst ya soranî jî hatine çêkirin.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

xweşdivî

  1. dilber, delal, hêja

Werger[biguhêre]