xendek

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xendek xendek
Îzafe xendeka xendekên
Çemandî xendekê xendekan
Nîşandera çemandî xendekê wan xendekan
Bangkirin xendekê xendekino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xendekek xendekin
Îzafe xendekeke xendekine
Çemandî xendekekê xendekinan
Çend kes xendekekê dikolin.

xendek

  1. coya yan çala kolandî
  2. kozik, çeper, cihê kûr yê ku şervan xwe lê bi cih dike û ji wir çekan berdide dijminê xwe
    • Platforma Kurdên Demokrat (PKD) a Bakurê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ji kolandina xendekan li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, dewleta Herêma Kurdistanê divê gel û sînorên xwe biparêze. — (rudaw.net/kurmanci 5/2014)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî خندق(xendeq), ya erebî bi xwe ji zimanên îranî, ihtimalen ji pehlewî kendeg, hevreha farisî کندگ(kendeg, xendek), کنده(kendê, kolayî, kolandî) û کندن(kenden, kolandin, kolan), herwiha hevreha kurmancî kend û kêlan û soranî kendin (kolandin, kolan), zazakî kendene, avestayî ken-... Anku peyva bi eslê xwe îranî çûye erebî û bi forma xwe ya erebîkirî ve dîsa li zimanên îranî vegeriye: farisî خندق(xendeq), kurdî xendek, xendeq. Bo guherîna Q li dawiya peyvê (xendeq > xendek) bidin ber xelq > xelk. Peyva tirkî hendek ji erebî yan jî ji zimanekî îranî hatiye wergirtin. Vê dawiyê ew ji tirkî jî bi forma xwe ya tirkîkirî li kurdî vegeriye û hin kurdên Bakur wê wek hendek dibêjin.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.