vekirî
Ji Wiktionary
Naverok |
Kurdî[biguherîne]
Wate[biguherîne]
- negirtî
- neqepat
- neqilfkirî
- negirêdayî
- bêasteng
- nepêçayî
- ne nixamtî, ne niximandî
- eşkere, xuya, diyar, zelal
- neveşartî
- ya / yê xizmetê dike:
Kêm dikan rojên cejnan vekirî ne. - tişta/ê her kes dikare beşdar bibe:
Civîn ji çapemeniyê re ne vekirî bû. - amade bo wergirtina tiştekî yan pêşwazîkirina li tiştekî:
Kovara me herdem ji pêşniyaz û rexneyên xwendevanan re vekirî ye. - betal, nedagirtî:
Cihê serokwezîrê mirî hê vekirî ye. - berdayî, netemirandî, nevemirandî:
Mîkrofon vekirî ye. - tişta biryar hê li ser nehatiye dan:
Pirsa Kerkûkê hê vekirî maye. - hişyar, miqate:
Bila çav û guhên xwe vekirî bin! - tişta dema wê nehatiye diyarkirin:
bilêtên vekirî - merd, kesa/ê bi dilxweşî ji malê xwe dide xelkê
- bêmij
- (dengnasî) tîpên ango pîtên bi lêvan tên gotin
- (dengnasî yan rêziman) kîteyên li dawiya wan tîpek dengdar heye
- (matematîk) bêyî ti niqteyên dawîn