tenî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tenî tenî
Îzafe teniya teniyên
Çemandî teniyê teniyan
Nîşandera çemandî teniyê wan teniyan
Bangkirin teniyê teniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî teniyek teniyin
Îzafe teniyeke teniyine
Çemandî teniyekê teniyinan
Tenî li ser rûyê kesekî. (1)

tenî , t-ya nerm

  1. reşatiya dûmanê, şopa dûmanê,hîs
    Teniya kulekê
    Teniya beroşê
    Di zarokatiyê de dema em nexweş diketin, ji teniyê li eniya me xaç dihat çêkirin.
  2. (Qers) bela, mîratî, muzir
    Ev rovî bûye tenî li serê me,her carê dikeve koxa me çar-pênc mirîşkan dixeniqîne dihêle.
    Kuro lawo tu bûyî tenî çima rehet nasenî!,hergav zarên xelkê dixî, dê û bavên wan tên te şikayet dikin.

Hevmane[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

Lêker:

Navdêr:

Rengdêr:

Etîmolojî[biguhêre]

Ji aramî ܛܝܢܐ(ṭîna) yan ji erebî طين(ṭîn), hevreha îbrî טין (ṭîn), maneya peyvê di zimanên samî de "herrî, ax, toz, qirêj" e. Yan jî dîsa ji aramî ܬܢܢܐ‎ (tennana: , dûman), hevreha erebî عثن‎ ('eṯen), îbrî עשן ('aşan), hemû ji proto-samî *'ṯn

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.