standin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

standin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -stîn-
RP.
Niha
ez distînim
tu distînî
ew distîne
em, hûn, ew distînin
Fermanî Yekjimar bistîne
Pirjimar bistînin
Rehê dema borî: -stand-
RP.
Boriya
sade
min stand
te stand
wê/wî stand
me, we, wan stand
Formên din: Tewandin:standin

standin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. bi kotekî wergirtin, bi zorê ji destê kesekê/î deranîn
    Kurrê te goga kurrê min jê standiye.
  2. (deverek) rizgar kirin yan dagir kirin
    Emerîkiyan Kuwêt ji Iraqê stand.
  3. kirîn, bi pare wergirtin, bi pere bi dest xistin, bi dirav bi dest xwe ve anîn
    Te ev tirimpêl kengî standiye?

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

-stîn-

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *steH2n- (kirîn, xwestin bikirre; eyar kirin), proto-îranî *steʰn- (standin, rakirin, birin), avestayî fre-sten (standin, birin), parsî û pehlewî st'n- (jê standin, birin), farisî ستادن‎ (sitaden - rehê dema niha -sitan-: birin, standin; sekinîn), hewramî esey (rehê dema niha san-), goranî san-, soranî سه‌ندن(sendin) (sendin - rehê dema niha -sên-), latînî prae-stinare (kirîn, bihayê tiştekî eyarkirin), ermenî stenem (belkî ji kurdî yan zimanekî din hatiye deynkirin).

Berevajî ku Chyet di ferhenga xwe de îdia dike û gelek kurd jî bawer dikin, "standin" bi maneya "kirîn"ê ne ji tesîra tirkî ye lê bi heman maneyê hem di zaravayên din yên kurdî û hem jî di zimanên lêzim de jî tê bikaranîn. Ihtimaltir e ku tirkî "almak"a xwe li gor maneyên zimanên îranî berfireh kiribe.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî standin standin
Îzafe standina standinên
Çemandî standinê standinan
Nîşandera çemandî standinê wan standinan
Bangkirin standinê standinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî standinek standinin
Îzafe standineke standinine
Çemandî standinekê standininan

standin

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguhêre]