spartin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

spartin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -spêr-
RP.
Niha
ez dispêrim
tu dispêrî
ew dispêre
em, hûn, ew dispêrin
Fermanî Yekjimar bispêre
Pirjimar bispêrin
Rehê dema borî: -spart-
RP.
Boriya
sade
min spart
te spart
wê/wî spart
me, we, wan spart
Formên din: Tewandin:spartin

spartin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. Pal dan tiştekî, tiştek dan ber tiştekî.
    • ...derî û şimikê didete pişta hemalekî û tenite nêva serayê û dispêrîne dîwarê. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, ISBN 978-605-5683-27-6)
  2. Tiştek emanetî kesekî kirin.
    • Îcarê ew siwar dişelitin û lîbas û çekêd xwe bil temam dispêre rewendê — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 120, ISBN 978-605-5683-27-6)
  3. Xwe spartin kesekî yan tiştek: alîkarî yan stare ji kesekî yan tiştekî xwestin.
    • (...) baweriya "romana kurdî tuneye" xwe dispêre kîjan dîwarî, mirov vê yekê jî baş dibîne. — (Firat CewerîKultur, huner û edebiyat, Nûdem, 1996, r. 185, ISBN 91 88592-251)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreh soranî سپاردن(spardin), farisî سپردن‎ (siporden - rehê dema niha "-spar-") ji zimanên îranî.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî spartin spartin
Îzafe spartina spartinên
Çemandî spartinê spartinan
Nîşandera çemandî spartinê wan spartinan
Bangkirin spartinê spartinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî spartinek spartinin
Îzafe spartineke spartinine
Çemandî spartinekê spartininan

spartin

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguhêre]