skelet

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

skelet (1)

skelet nêr

  1. (anatomî) qerqod, kakût, hemû hestiyên kesekî yan ajelekî
    • Li Etiyopyayê, zanyaran skeletek 3, 3 milyon salî dît û da zanîn ku ev skelet yê herî kevn e û yê keçek 3-salî ye. — (Gernas Amedî: Skeletek 3, 3 mîlyon salî hat dîtin, Netkurd.com, 9/2006)
  2. qerqod, hestiyên mirovek yan ajelek mirî
  3. (mecazî) pirr zeîf, hestî, kesa/ê hişkole û qirûdî
  4. bingeh û stûnên avaniyekê
    skeletê keştiyê
  5. çatî, plana destpêkî
    Skeletê pirtûka min amade ye.

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji yûnanî [Peyv?] σκελετός (skeletos).

[biguhêre]

Werger[biguhêre]