rabûn
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Wate
- ji ser piştê yan qalçeyan bilind bûn ser piyan anku lingan:
Dema min dengê wî bihîst, zû ji nav nivînan rabûm. - bilindtir bûn:
Ava çemî ji ber baranê rabû. - zêdetir bûn, girantir bûn:
Bihayê qût û erzaqî radibe. - werimîn, perçivîn, pif bûn:
Hevîr radibe. - dil hatin nêzî rewşa hilavêtinê anku veresînê:
Dilê min bi vê şorbeyê radibe. - ser hildan, hilperrîn:
Gel dijî hikûmetê rabûye. - rep bûn, req bûn:
Kîrê wî rabû. - mezin bûn, perwerde bûn:
Li ber destê hosteyek hêja rabûme. - şiyar bûn, ji nav nivînan derketin:
Vê spêdeyê ez seet 8 rabûm. - piştî mirinê dîsan dest bi jînê kirin:
Tê bawerkirin ku Roja Qiyametê hemî mirî dê rabin.
- bilindbûn ji ser piştê yan qalçeyan bo ser piyan anku lingan
- bilindtirbûn:
Rabûna avê gelek kes bi xwe re birin. - zêdetir bûn, girantir bûn:
Rabûna nirxê tiştan hejaran dixe tengasiyê. - werimîn, perçivîn, pifbûn:
rabûna hevîrî - dil hatin nêzî rewşa hilavêtinê anku veresînê
- serhildan, hilperrîn:
Ev rabûna pêncê ye ku îsal dijî hikûmetê tê kirin. - rep bûn, req bûn:
Rabûna kîrî ne bi destê mîrî ye. - mezinbûn, perwerdebûn:
Rabûna di malek xwenda de derfetek pirr baş da wî ku wêje û hunerê binase. - şiyarbûn, derketina ji nav nivînan:
Ma kî ji rabûna zû hez dike?! - saxbûna piştî mirinê
[biguherîne] Herwiha
[biguherîne] Tewîn
Lêker:
- [ra-b-]