parleman

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  •  IPA(kilîd): /pɑːɾlɛˈmɑːn/
  • Jihevqetandin: par·le·man

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parleman parleman
Îzafe parlemana parlemanên
Çemandî parlemanê parlemanan
Nîşandera çemandî parlemanê wan parlemanan
Bangkirin parlemanê parlemanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî parlemanek parlemanin
Îzafe parlemaneke parlemanine
Çemandî parlemanekê parlemaninan

parleman

  1. dezgeha hikûmî ya ji nûnerên hilbijartî pêkhatî ya qanûnên bo hemî dewletê datîne

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Zayend û rastnivîsîn[biguhêre]

Zayenda/cinsê peyva "parleman" mê ye, wek hema bêje hemû peyvên ji zimanên ewropî hatine kurdî. Bikaranîn a "parleman"ê bi zayenda nêr ji tesîra erebî ye.

Li ser rastnivîsîna peyva "parleman" jî di kurdî de tevliheviyek heye ku divê em li vê derê hewl bidin ku awayekî standard bo wê bibînin.

Bakurî peyva "parlamento" bi kar tînin ku bi rêya tirkî ji îtalî ji fransî ye. Başûrî û rojavayî dibêjin "perleman" yan jî "berleman" ku bi rêya erebî ji fransî ye (di forma bi B de dengê erebî bi temamî hatiye parastin, di forma bi P de P-ya wê lê hatiye vegerandin.)

Eslê peyvê fransî ye û ji du peyva "parler" (axivîn, peyivîn) + "-ment" (paşpirtika bi maneya "awa, şêwe") ye û ew "-ment" wek "-man" di fransî de tê gotin. Anku maneya bingehîn ya peyvê "bi axivînê, bi peyivînê" ye.

Awayê "parleman" ji yên din nêzîktirî orijînaliya peyvê ye loma divê forma "parleman" bê tercîhkirin.

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransî parlement ji parler (peyivîn, axiftin, şêwirîn) + -ment (bi).

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.