mihrevan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
mihrevan mihrevantir herî mihrevan
mihrevantirîn

mihrevan

  1. dilovan, dilnerm, bexşende, birehm, rehîm, rehman, piyar, muşfîq, şefîq
    • Min bangkir, slav û mihrevan û bereketa Xwedê li te be biraderê Israfîl. Got: “Slav û mihrevan û bereketa Xwedê li te be jî dilyarê Xwedê”. — (IBIN EBBAS (wergêr Salih Bozan), Îsra û Mîhrac [arşîv], avestakurd.net2014)
    • Reberekî dilovan
      Şervanekî mihrevan
       — (Qedrîcan RûgeşŞerê Azadî [arşîv], r. 41)
    • wek Qezafî
      weke Babayê mihrevan
      bû dozeyar bû lavekar
      bo me kurdan
       — (Abbas ISM'ÎLXelata Mandêla [arşîv], 1999, r. 19)

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha farisî مهربان‎ (mihreban), pehlewî mitropan, têkilî mihr (rehm, dilovanî) + -van.

Werger[biguhêre]