mezin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
mezin mezintir herî mezin
mezintirîn
Fîl mezin in û mişk biçûk in.

mezin

  1. gir, girs, zexm, ne biçûk
    Fîl heywanên mezin in.
  2. berfireh yan bilind
    Behreke mezin.
    Xaniyekî mezin.
  3. bitemen, bi temenê xwe zêdetir
    Birayê mezin û birayê biçûk.
  4. giring, muhim, tesîrker, bibandor, zîrek, jêhatî
    Qezayeke mezin.
    Zanayên mezin.
  5. dilovan, birehim, dilnerm, hestiyar, dilnazik
    Ya Xudê tu yê mezinî, li min bibore.
    Qurban tu yê mezinî li min bibore.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
    Xêrekî mezin ji bo hasil dibî
    Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber
     — (Mela Hisênê Bateyî:
    Mewlûd)

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Nêzîk[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha belûçî مزن(mezen, muzen), pehlewî mes/meh, farisî مه‎(meh - bi maneya "mezin" êdî nemaye), avestayî 𐬨𐬀𐬰𐬀𐬵‎(mezeh), sanskrîtî महा (mahā) (mahā́), ermenî մեծ (mec) (mêç) hîtîtî 𒈨𒂊𒅅𒆠𒅖 (mêkkis, gelek, pirr), yûnaniya kevn μέγας (mégas, mezin), latînî magnus (mezin) û mactus (hêja, bihagiran), îtalî/portugalî/spanî magno, îngilîzî much (bixwîne: maç "gelek, pirr"), swêdî mycket ("gelek, pirr"), danmarkî meget ("gelek, pirr"), albanî madh... hemû ji proto-hindûewropî *méǵh₂s.

Di kurdî de paşgira -in lê hatiye zêdekirin lê forma mes-/mez- jî di mestir/meztir û mestirîn / meztirîn de hê maye.

Bo guherîna *ǵ ya proto-hindûewropî bi Z di zimanên îranî de, bidin ber peyva zanîn, zer.

Bo guherîna wateya peyvan di navbera "mezin" û "gelek" de bidin ber tirkî çok (gelek, pir) û oyxurî چوڭ(çong, mezin).

Di nav zaravayên kurdî de peyv tenê di kurmancî de maye. Hin caran ew di soraniya nivîskî de tê dîtin lê ew ji kurmancî hatiye neqilkirin wek çawa ku hevwateya wê ya soranî gewre jî neqlî kurmanciya nivîskî bûye. Di nav zimanên îranî de ji bilî kurmancî herwiha di belûçî de jî maye lê wek din ji zimanên din ketiye.

Bi forma xwe ya yûnanî wek mega- ketiye piraniya zimanan û zimanê kurdî jî. Bo nimûne: megaloman, megatrend...

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 379.
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010, r. 632
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî mezin mezin mezin
Îzafe mezina mezinê mezinên
Çemandî mezinê mezinî mezinan
Nîşandera çemandî mezinê mezinî wan mezinan
Bangkirin mezinê mezino mezinino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî mezinek mezinek mezinin
Îzafe mezineke mezinekî mezinine
Çemandî mezinekê mezinekî mezininan

mezin mê û nêr

  1. danemir, baliq, gihiştî, reşîd,
    êdî ne zarok,
    kesên ku êdî ne zarok in,
    kesên ku bûne 18-salî yan zêdetir:
    Bilêtên bo mezinan bi 10 dolaran û bilêtên bo zarokan bi 5 dolaran in.
  2. pîr, rîspî:
    Mezinên gundî.
  3. giregir, serok, birêveber:
    Mezinên kurdan divê yekîtiya neteweyî ava bikin.
  4. bavûkal, bavûbapîr:

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Werger[biguhêre]