kutan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

kutan lêkera xwerû, gerguhêz, k-ya req, t-ya nerm

  1. lê dan, lê xistin, pê dadan, pê ketin
  2. Bi lêdanê hûr kirin.
    dan kutan (> dankut)
  3. tê nan, gan
  4. lêdana dergehî
  5. Çav pê ketin.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

-kut-

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *kop- (lê dan, kutan), hevreha farisî كوفتن(kûften: kutan, lê dan) û yûnanî κόπτω (kopto: lê dan, kutan), kurdî ketin.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser kutan heye.
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kutan kutan
Îzafe kutana kutanên
Çemandî kutanê kutanan
Nîşandera çemandî kutanê wan kutanan
Bangkirin kutanê kutanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kutanek kutanin
Îzafe kutaneke kutanine
Çemandî kutanekê kutaninan
Kutan, mirov ji hin nexweşiyan diparêze.

kutan

  1. lêdan, lêxistin
    • Nas û dostên herduyan jî tevlî bûyerê bûn û bi kêr û demançeyan li hev xistin. Di şer da gule li Tekin Batan, kurê wî Mehmet Emir Batan (19) û braziyê wî Hasip Batan (41) ket û ew birîndar bûn. Kêr li Adem Ozkaya (27) xistin, Murat Soğut (30) û Halîl Ozkaya (20) jî ji ber kutanê birîndar bûn. — (Li Îzmirê şer: 2 mirî, 4 birîndar [arşîv], aa.com.tr17.06.2016)
  2. (biyolojî) Hemû madde an jî hokarên nexweşiyê yên lawazkirî ji boy avakirina bergiriya destketî di laş de. Bi gelemperî bi derzîkirinê kutanê didin laşê mirov.[1][2]
    Bi kutankirinê, bersîvdana bergiriya yekem a laş çalak dibe. Di laş de xaneyên bîrker çê dibin. Xaneyên bîrker di nav laş de ji boy egera tûşbûna heman hokara nexweşiyê bo demek dûr û dirêj dijîn. Heke hokara nexweşiyê cara duyem tûşî laş bibe, wê gavê xaneyên bîrker li dij wê, di demek kurt de berevanî ava dikin.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Gul bijêrî Wişe.Ferhengî Îngilîzî – Kurdî. Emîn Karîm 2012.
  2. Sadallah S, (2000)Saladin's English-Kurdish Dictionary Ferhenga Îngilîzî-Kurdî ya Selahedîn weşanên avesta Stembol. ISBN: 975-7112-85-2

Navdêr 2[biguhêre]

kutan zayend pêwîst e (z=m: mê, z=n: nêr, z=mn: mê û nêr, z=nt: nêtar)

  1. Guhartoyeke kotan (cihê caneweran).

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kutan

  1. zerîle