kursiyer

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kursiyer

  1. beşdarakursekê,
    kesa/ê ku diçe kursekê yan li kursekê ye,
    kesa/ê ku li kursekê dixwîne

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Ji aliyê Navenda Perwerdeya Gel ve her sal li navçeya Geverê ya Colemêrgê kurs tên vekirin û tê de ji bo jinan waneyên hîndekariyê tê dayîn. Bi taybetî jî keçikên ciwan li hember kursan gelek eleqedar in û ji kursên cildirûn, xemlandin, trîko, xalîçe û yên hunerên destan sûd werdigirin. Jinên Geverî ew berhemên ku di nav salekî de amadekiribûn bi peşangehekê dan naskirin. Kursiyer Eylem Korkmaz ji K24ê re got: "Ez ji bo berhemên xwe yên ku min ji bo salon û kîleran çêkirine bidim raxistin tevlî pêşangehê bûm. Ev berhem piştî keda salekê hatin amadekirin û eleqeya welatiyan pir baş e." Di pêşangeha rengîn ya huneran de xalîçe, goreyên rîs, rûnivîn, çanteyên binexş, sicade û amûreyên xemlandinê bala gelek welatiyan dan ser xwe. Lê welatî zêdetirîn bi stantên berhemên xwemalî re eleqedar bûn. Herwiha pêşangehê 4 rojan berdewam kir û kursiyeran sertîfîkayên xwe wergirtin û daxwaza çalakiyên bi vî rengî kirin. — (Kurdistan24.net 8/2017)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji fransî coursier îngilîzî course fransî cours latînî cursus (bez, xar) ji currere (bezîn, xar kirin)