komgirav

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • IPA(kilîd): /kʰoːmɡɪˈɾɑːv/, کۆمگراڤ

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî komgirav komgirav
Îzafe komgirava komgiravên
Çemandî komgiravê komgiravan
Nîşandera çemandî komgiravê wan komgiravan
Bangkirin komgiravê komgiravino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî komgiravek komgiravin
Îzafe komgiraveke komgiravine
Çemandî komgiravekê komgiravinan
Komgiravek anku komeke giravan

komgirav

  1. Koma giravên nêzî hev.
    Hevmane: giravistan, arşîpel
    • Li salên 1990ê, pirtûkên dij-komunîzmê her dever dan ber xwe. Lenîn û Trotskî carina li ser podyuma kesên "ji Hitler xirabtir" şûna Stalîn jî girt. Lê belê, piştî ku Komgirava Gulagê ya Aleksandr Soljenîtsyn di bernameyên perwerdeyê de cihê xwe girt, gelo divê mirov matmayî bimîne ku dij-herikeke stalînhez derkeve holê? Niha, hin pirtûkên perwerdeyê ku Gulagê pişt guh nakin, behsa qencîyên "birêveberîyê" yên Stalîn û "hevdemkirinê" ku wî da meşandin dikin. Li cotmeha 2010ê, perwerdekar li konferans-nîqaşeke mezin hatin civandin û ji wan hat xwestin ku îlhamê ji "welatparêziyeke" hê ne zelal bigirin. — (Jean-Marie Chauvier: Cinên Meydana Sor, wergerrandin: Simko Destan, Le Monde Diplomatique kurdî, hj. 19, 6/2011)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji kom- + girav.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.