kamiran

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Malbateke kamiran.

kamiran

  1. bextiyar, bextewer, dilşad, şa, şad, dilşa, ferxende, şadîman, şadan, bisiûd, bişens, mesûd, dilxweş, kêfxweş, seîd, bisiûd,
    kesa/ê ku bextêxweş e û ji rewşa xwe razî ye

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Ma di baxê 'êş û noşê her bi saz û erxewan
    Kamiran û kamibexş û dilxweş û mesrûr-i bî
    Çendekê şîrînpuser derbendê dîwana te bin
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji farisî کامران(kamran) ji کام(xwezî, mirad, daxwaz, kam-) + ـران(-ran, -ajo, -gêr, birêveber, livîner, -ran). kam- ji pehlewî kam ji hexamenişî kame-, hevreha avestayî kame-, sanskrîtî काम (kāma), hemû ji proto-hindûewropî *keh₂- (yar, dilber) ku herwiha serekaniya caraid ya îrlendiya kevn û carus (ezîz, berdilî) ya latînî ye ku caro ya îtalî, portugalî û spanî û cher ya fransî jê peyda bûne. Ji eynî rehî whore (qehbe) ya îngilîzî jî çêbûye. -ran ji lêkera farisî راندن(randen, ajotin). Ji "kam-" herwiha Kamkaran, ji "-ran" herwiha hukimran.

Werger[biguhêre]