homofon

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

homofon

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî homofon homofon
Îzafe homofona homofonên
Çemandî homofonê homofonan
Nîşandera çemandî homofonê wan homofonan
Bangkirin homofonê homofonino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî homofonek homofonin
Îzafe homofoneke homofonine
Çemandî homofonekê homofoninan
  1. Peyvên ku wek hev tên gotinwateya wan yan awayê nivîsandina wan ji hev cuda ye.
    Hevmane: hevdeng
    Di kurdî de "ber" (berhem), "ber" (kevir) û "ber" (li ber, li pêş) homofon in.
    • Gelş û arîşeya bingehîn di ç, k, p, r û t’yê de ye. Bi rastî di hin peyvan de, bi heman tîpan nivîsandina wan, mîna kar (şixul) û kar (karik, kara bizinê), par (sala çûyî) û par (pay, behr, hîse), ta (bend, dezî) û ta (nexweşîna tayê) û hwd. ji bo kesên ku baş bi kurdî nizanin dibe sedema bilêvkirineke ne rast. Lê divê em ji bîr nekin ku di gelek zimanan de jî rewşeke wiha heye, ango peyvên homofon û homograf hene û ev jî dîsan mijara fonetîk û rastnivîsê ne. Belê peyv hene ku nivîsandina wan eynî lê belê telafuz û wateya wan ji hev cuda ye, peyv jî hene ku nivîsandin cuda, wate cuda lê belê îcar bilêvkirina wan eynî ye. Wek mînak, peyva tîr (tîra kevan) û tîr a bi wateya dewê tîr jî nivîsandin eynî, bilêvkirin eynî lê mehneyên wan ji hev cihê ye. Tiştên wiha jî hema hema di hemû zimanan de hene. — (Zana Farqînî: Bera kêmasiyên alfabeya me hene?!, Amidakurd.com, 5/2011)

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji îngilîzî homophone.

Werger[biguhêre]