hestî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hestî hestî
Îzafe hestiyê hestiyên
Çemandî hestî hestiyan
Nîşandera çemandî hestî wan hestiyan
Bangkirin hestiyo hestiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hestiyek hestiyin
Îzafe hestiyekî hestiyine
Çemandî hestiyekî hestiyinan
hestiyên piyekî (1)

hestî nêr

  1. (anatomî) parçeyên req û spî yên leşî (ku goşt xwe pê ve digire)
    • Di serî da tenê 20 hestî hene. 8 hestiyên serî mêjî diparêzin. 12 hestiyên serî jî hestiyê rû û devê mirovan pêk hatiye. Di navbera hestiyê çena jorîn û çena jêrin da livoka hestiyê çenê heye. Mirov dikare bi wan herdu hestiyan, bi alîkariya masûlkan tiştan bicû û devê xwe bilivîne. — (Anatomiya Bedena Mirovan, Huseyin Bektaş, Weşanên Deng)
    • Êşa piştê dikare ji ber hestî, movik, masûlke-tamar, kerînek û kejiyên aliyê piştê çêbibe û sedema wê carinan nayê zelalkirin. — (Eser Çetîn, Êşa piştê û sedemên wê [arşîv], rupelanu.com2023)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Jornav[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Qafiye[biguhêre]

Bi zaravayên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevrehên soranî ئێسک(êsk) / ئێسکان(êskan) / ئێسقان(êsqan), zazakî heste / aste / este / iste, mazenderanî هستکا‎(hesteka) / استکا‎(esteka), pehlewî 𐫀𐫘𐫤𐫃‎ (esteg), farisî استخوان‎(ostoxan), osetî стӕг (stæg), avestayî 𐬀𐬯𐬙𐬌‎ (esti), sanskrîtî अस्थि (ásthi), hindî अस्थि (asthi), ûrdûyî استھ‎(اsth‎) (asthi), hîtîtî 𒄩𒀸𒋫𒄿 (ḫa-aš-ta-a-i /ḫaštāi/), lûwî 𒄩𒀀𒀸𒊭 (ḫa-a-aš-ša /ḫāšša/), albanî asht, yûnaniya kevn ὀστέον (óstéon), yûnaniya nû οστό (ostó), ermeniya kevn ոսկր (oskr), ermeniya nû ոսկոր (oskor), latînî/fransî/romanî os, îtalî/portugalî osso, spanî hueso... hemû ji proto-hindûewropî *h₃ésth₁.

Formên şêxbizinî zinaq, iznaq, uznaq bi metatezê ji isqan, usqan peyda bûne.

Peyv bi awayê xwe yê yûnanî li seranserî dinyayê belav bûye û wek osteo- ketiye kurdî jî: osteolog, osteolojî, osteoporoz... Ji bilî van peyvên navneteweyî, ew forma yûnanî herwiha di peyvên wek ıstakoz, istiridye de ketiye tirkî.

Çavkanî: Chyet r. 242, Horn r. 21, Nişanyan, Pokorny r. 783, Watkins r. 61, Tsabolov r. 435, Etymonline, The Tower of Babel

Werger[biguhêre]

Rengdêr 1[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
hestî hestîtir herî hestî
hestîtirîn

hestî

  1. bêgoşt, gelek zeîf:
    Kurik hestî ye. (Gelek zeîf e.)
  2. ya/yê/yên hestiyan, têkildarî hestiyan,
    hestiyane, hestîkî, osteo-:
    êşeke hestî

Etîmolojî[biguhêre]

  • Ji peyva hestî ya navdêr, li jortir binêrin

Werger[biguhêre]

Rengdêr 2[biguhêre]

hestî

  1. hisî, hesas, hestiyar, emosyonel,
    têkildarî hestan

Etîmolojî[biguhêre]

Ji hest + 

Werger[biguhêre]