hêvotin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

Lêkera gerguhêz
Rehê dema niha -hêvoj-
Rehê dema borî -hevot-
TEWANDINA LÊKERÊ
Xwendekar li xwendingehan tên hêvotin.

hêvotin lêkera xwerû, gerguhêz

  1. taşandin, perwerde kirin, terbiyet dan, elimandin, fêr kirin, hîn kirin
  2. rê dan ber, teşwîq kirin, han dan, lê sor kirin, lê germ kirin

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha kurmancî hêvisîn, farisî آموختن(amûxten, hîn bûn, fêr bûn) (rehê dema niha آموز(-amûz-)), partî emmoxtan (emmoj-), pehlewî hemmmoxten (hemmoz-), avestayî fre-muxti-, ji îraniya kevn ham-mauč. "M"ya di farisî û zazakî de di kurmancî de dibe "v", wek "çeşm" ya farisî û "çim" ya zazakî ku di kurmancî de "çav" e. -x- ya farisî ya berî T di kurmancî de dikeve, wek "firoxten" ya farisî ku di kurmancî de "firotin" e. "A" ya farisî û zazakî di kurmancî de hin car wek "ê" ye, bo nimûne "hak" ya zazakî ku di kurmancî de "hêk" e.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêvotin hêvotin
Îzafe hêvotina hêvotinên
Çemandî hêvotinê hêvotinan
Nîşandera çemandî hêvotinê wan hêvotinan
Bangkirin hêvotinê hêvotinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêvotinek hêvotinin
Îzafe hêvotineke hêvotinine
Çemandî hêvotinekê hêvotininan

hêvotin

  1. hînkirin, fêrkirin, elimandin, perwerde, hînkarî, talîm:
    Hêvotina zarokan li malê.
    Hêvotina xwendekaran li dibistanan.
    • Bend 26: I.Mafê her mirovî yê perwerdebûnê heye. Perwerdahî bêpere ye, qet nebe divê ku di heyna perwerdeya destpêkê û bingehîn de ev yek wiha be. Hêvotina seratayî mecbûrî ye. Divê ku her kes ji hêvotina teknîkî û pîşeyî bikare sûd û kelkê wergire. Perwerdehiya bilind, divê ku li gorî behredarî û jêhatîbûnê, bi wekheviyeke tam ji her kesî re vekirî be. — (Danezana Gerdûnî Ya Mafên Mirovan, [1])

Werger[biguhêre]