greyfûrt

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî greyfûrt greyfûrt
Îzafe greyfûrta greyfûrtên
Çemandî greyfûrtê greyfûrtan
Nîşandera çemandî greyfûrtê wan greyfûrtan
Bangkirin greyfûrtê greyfûrtino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî greyfûrtek greyfûrtin
Îzafe greyfûrteke greyfûrtine
Çemandî greyfûrtekê greyfûrtinan
greyfûrt

greyfûrt

  1. sindî, lîmona bihiştê, pistanbûk, greyp,
    narinciyeke wek pirteqalan e lê goştêsor û tehltir e
  2. dara ku ew mêwe pê ve şên dibe

Herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Greyfûrt riwakek daran e, ji malbata narinciyan e. Fêqîyek tama wê tahlemiz e. Dara wê 6-15 metro bilind dibe. Belgên wê keskê tarî, biriqok, kevilane, mezinahîya belgan bi qasî 15 cm hêkane û naweşin. Kulîlkên wê wek hûşîyan spî û bi hev re ne. Di nava kulîlkê de navikek û tozdanka dolkirinê heye. Ji wê kulîlkê fêqîyek ji pirteqalan mezintir, serûbinê wê hinekî dewisandî (pahn) û qaşilzirav, têravî û têrgoşt çêdibe. Aha ji wê fêqîyê re greyfûrt tê gotin. Rengê wan spîyane, peyazî an jî sorane ne. Her weha rengê goştê fêqî ji wisa nin. Bixwe rengê goştê wê dide qaşil. Du cûreyên wê hene, yên bi sîsik û yên bê sîsik. Lê yên herî bi qîmet yên goştsor in. Bi piranîya zimanên din jî ew nav lê tê kirin (bê guman navên wê yên şibandî jî hene, wek memikên keçan, fêqîya biheştê, pirteqala tahl û hwd.) Fêqîyek gellek faydedar e, lê nabit bi dermanan re bê xwarin ( ji ber ku bandora dermanan zêde bilind dike, dibe sedema (mirin jî têde) xisardayînên mezin. — (Bavê Jîndar: Greyfûrt, Lotikxane.com, 11/2011)

Etîmolojî[biguhêre]

Deyn ji îngilîzî grapefruit ji grape (tirî) + fruit yan jî ji great fruit ("fêkiyê hêja"). Ji ber zêdebûna herfên bêdeng di bilêvkirina peyva resen ya îngilîzî de, di kurdî û tirkî de bo hêsankirina gotinê "p" bi "f" ve heliye û herwiha "greyfrût" bûye "greyfûrt".

[biguhêre]

Werger[biguhêre]