goran

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

goran mê û nêr

  1. Kesên ku zaravayê wan yan zimanê wan goranî ye.
  2. Her kesa/ê ji wê komê.
    • Navê beşekî mezin ji milletê Kurd e. Di ferhegna Henbane Boriîne de, wateya goran gundî ye jî. Di ferhenga Elhediyye El Hemîdiyye de, ku danerê wê li Mutkiya Bedlîsê ferhenga xwe nivîsîbû, goran yanî kesê kem di nav xelkê de. Di şîroveyên Muhemmed Ezîz Pûr Daşbendî de, goran li ba mukriyan ew kesê diz û tirsonek e. Herweha Daşbendî xwe disipêre kiteba Reşîd Yasimî (Kurd û pêwistigî nijadî û) r.102, ku li ser zimanê Rich dibeje: Goran Kurdên gundnişîn û cotyarî ne. Rich dibêje: Kurd du beş in; çadirnîşîn ku şivan û çekdar in û beşê duyem jî gundnişîn û cotyarî ne ku ji wan re te gotin Goran. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 118, ISBN 9789944360678)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji gawiran (kafiran, zerdeştiyan), ji zimanên îranî. Sebebê vê ew e ku gelek ji goranîaxivan ne sunnî bûn anku ji aliyê piraniya misilmanan ve wek dîndarên nerast dihatin hejmartin. Michiel Leezenberg di nivîsa xwe ya navdar de "Gorani influence on Central Kurdish" (Tesîra goranî li ser kurdiya navendî=soranî) de dibêje ku "goran, goranî" navên derekî ne (eksonîm). Peyva "goranî" ya bi maneya "stran" ji navê wê lehceyê ye.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Formeke navdêrê 1[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Çemandî gorê goran

goran

  1. Rewşa çemandî ya ya pirjimar a binavkirî ya gor (qebir, tirb, mezar).

Herwiha[biguhêre]

Formeke navdêrê 2[biguhêre]

goran

  1. Guhartoyeke goreyan.
    rewşa çemandî ya pirjimar a binavkirî ya gore.

Herwiha[biguhêre]