dijmin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî dijmin dijmin dijmin
Îzafe dijmina dijminê dijminên
Çemandî dijminê dijminî dijminan
Nîşandera çemandî dijminê dijminî wan dijminan
Bangkirin dijminê dijmino dijminino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî dijminek dijminek dijminin
Îzafe dijmineke dijminekî dijminine
Çemandî dijminekê dijminekî dijmininan
Di cengan de dijmin bi çekan êrişî hev dikin.

dijmin mê û nêr

  1. Kesên yan komên dijî hev şer dikin.
  2. Dewletên têkiliyên wan bi hev re xirab in.
  3. Kesa/ê kerbên wê / wî ji kesekê/î vedibin û dixwaze ziyanê bigihîniyê.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *dus- (xirab; dij) + *ménos (niyet, raman, fikir, hizir, hiş) anku "niyetxirab", proto-îranî *dusmene-, hevreha duj-meneh- / duş-meneh ya avestayî, duşmen ya pehlewî, dişmen ya zazakî, دشمن(duşmen) ya farisî, दुर्मन्मन् (dur-manmen) ya sanskrîtî, δυσ-μενής (dus-menos) (dijmin) ya yûnaniya kevn. Düşman ya tirkî û թշնամի (tişnemî) ya ermenî ji zimanên îranî ne. Hevreh: dij, dijwar, diz, zirr-

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.