di-
Kurmancî[biguhêre]
Pêşgir[biguhêre]
di-
- nîşana dema niha di hevokên erênî de
- Ez diçim.
Ew dibêjin,
Hûn dikin.
- Ez diçim.
- nîşana berdewamiyê di demên borî de
- Ez hingê diçûm mala wan.
Wî wê salê li zankoyê dixwend.
Wan hê nedizanî ku em hatine.
- Ez hingê diçûm mala wan.
Herwiha[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Bi devokî herwiha t- (Behdînan) yan de- (Xorasan), hevrehên soranî de- û (bi helîna D-yê) e-, kurdiya başûrî e-, belûçî -e... Di zimanên îranîkiya navîn de pêşgirek wek "bê-" hebû ku bi gelemperî wateyeke kifş tinebû. Bo dema niha bi pirranî ti qertaf pê ve nedikirin lê wek paşgirek wisa "hemê-" hebû, herçiqas kêmpeyda bûbe jî. "Bê-" di piraniya zimanên îranî de bû bi- û di ên xezarî û ezerî de wek pêşgirê dema bihûrî bi kar tînin. "Hemê-" bi farisiya nû bû می (mî) û di hin zimanên kurdî de wek "me-" bi heman awayî tên bikaranîn, di zazakî de wek paşgira piştî rreha lêkerê wek "-en" li kar bûne. di-/de-'a ku di kurmancî de tê bikaranîn jî ji guherrîna dengê b/d ye, ku tiştek berbelav e di nav zimanên kurdî de (binêrre km:der-za:ber, km:din-za:vin û hwd.). Anku ji formeke berê wek "*dê-".
Bi zaravayên kurdî[biguhêre]
Werger[biguhêre]
Îngilîzî[biguhêre]
Pêşgir[biguhêre]
di-